QSD′ê nasnameya serçeteyekî DAIŞ′ê yê xeternak aşkera kir

QSD′ê nasnameya serçeteyekî DAIŞ′ê ku berê hatibû girtin ragihand û got: "Ew yek ji serçeteyên rêxistina DAIŞ′ê ya terorîst e."

QSD′ê nasnameya serçeteyekî DAIŞ′ê yê xeternak aşkera kir
11 mijdar, 2023   18:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Li ser malpera fermî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), Navenda Ragihandinê ya QSD′ê bi daxuyaniyekê nasnameya serçeteyê DAIŞ′ê yê hatiye girtin aşkera kir.

Navendê diyar kir ku çeteyê di operasyoneke ewlehiyê ya YAT′ê li Reqayê demeke berê ya vê mehê hate girtin Mihemed Sexir El Bekir e. Ew cîgirê qaşo fermandarê leşkerî ya wîlayeta Şamê ya DAIŞ′ê bû, di êrişa li ser girtîgeha Sîna ya Hesekê de beşdar bû û yek ji berpirsên bingehîn ên danîna êrişên DAIŞ′ê li Sûriyeyê bû.

Di daxuyaniya QSD′ê de ev agahî hatin parvekirin:

"Hîna hêzên me bi ser şaneyên rêxistina DAIŞ′ê ya terorîst li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de digirin û derbeyên giran li wan didin, çete û serçeteyên wê digirin.

Di demeke berê ya vê mehê de û di çarçoveya operasyoneke ewlehî ya dîsplîn a YAT′ê ya girêdayî hêzên me de QSD′ê serçeteyekî xeternak ji serçeteyên rêxistina DAIŞ′ê ya terorîst girt.

Yekîneyên me serçeteyê rêxistina terorîst Mihemed Sexir El Bekir ′Xalid El Şamî′ li Reqayê girt.

Nasnameya terorîst di rêxistinê de hate naskirin ku ew cîgirê qaşo fermandarê leşkerî ya wîlayeta Şam bû. Di Çileya 2022′yan de weke serçeteyê operasyona terorîst beşdarî êrişa li dijî girtîgeha Sîna ya Hesekê bû. Lê kêlek wê jî yekê ji berpirsên bingehîn ên danîna planên êrişkar ên rêxistina terorîst li Sûriyeyê, bi taybet li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû. Her wiha di çend salên tevlêbûna wî li rêxistinê li Sûriyeyê de diyar bû ku 8 caran birîndar bûbû.

Dê hêzên me operasyonên li dijî şaneyên rêxistina terorîst de dewam bikin heta ewlehî û îstîqrara li herêmên me pêk tê."

(fr)