Ciwan li ser fikrên Rêber Abdullah Ocalan tên perwerdekirin

Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê diyar kir ku di çarçoveya “Ji Rêber Apo re Azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” de hemû endamên xwe li ser fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan perwerde dikin.

Ciwan li ser fikrên Rêber Abdullah Ocalan tên perwerdekirin
Ciwan li ser fikrên Rêber Abdullah Ocalan tên perwerdekirin
Ciwan li ser fikrên Rêber Abdullah Ocalan tên perwerdekirin
Ciwan li ser fikrên Rêber Abdullah Ocalan tên perwerdekirin
Ciwan li ser fikrên Rêber Abdullah Ocalan tên perwerdekirin
Ciwan li ser fikrên Rêber Abdullah Ocalan tên perwerdekirin
7 mijdar, 2023   16:04
HESEKÊ

Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê ya bajarê Hesekê û navçeya Til Temirê ya girêdayî kantona Hesekê di çarçoveya pêngava “Ji Rêber Apo re Azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” de du civînên cuda li dar xistin.

Civîna li Hesekê li hola Serdem a Çand û Hunerê hat lidarxistin. Tê de endama Akademiya Rêber Abdullah Ocalan a Zanistên Civakî Cûdî Şahîn axivî û got: “Wekî ciwanên şoreşger em tev li vê pêngavê bûn, em ê çalakiyên xwe yên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bidomînin. Her wiha em endamên xwe li ser fikr û felsefeya Rêbertî perwerde dikin. »

Li navçeya Til Temirê jî civîn li hola Meclisa Malbatên Şehîdan hat lidarxistin, bi dehan endamên saziyên sivîl, nûnerên partiyên siyasî û endamên tevgera ciwanan beşdarê bûn.

Piştî rêzgirtinê, endamê rêveber ê tevgerê Mistefa Elî axaftin kir. Elî anî ziman ku Rêber Abdullah Ocalan di salên hindik de doza gelê Kurd kir dozeke cîhanî û wiha domand: “Hêzên navneteweyî fikrên Rêbertî ji bo xwe xeter dît, ji lew re bi hemû rêbazan hewl da vê fikrî tune bikin û komploya navneteweyî pêk anîn.”

Civîn bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana Rêber Abdullah Ocalan li Îmraliyê bi dawî bûn.

(c)

ANHA