170 Êzidiyên din vegeriyan warê xwe

Wezareta Koç û Koçberiyê ya Iraqê ragihand ku 170 Êzidiyên din ji Kampa Şarya ya Dihokê ya Başûrê Kurdistanê vegeriyan Şengalê.

170 Êzidiyên din vegeriyan warê xwe
7 mijdar 2023   16:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevka wezaretê Îvan Fayîq Cabiro ragihand ku 170 koçberên din ên Êzidî bi dilxwazî ji Kampa Şarya ya li parêzgeha Dihokê vegeriyan Şengalê, navçe û gundên wê. Îvan, got ku vegera koçberan bi hevkariya hêzên ewlekariyê, hikumetên xwecih ên Dihok û Nînovayê û Fermandariya Operasyonên Hevbeş tê koordînekirin.

Li gorî Îvan, dê di rojên pêş de hin koçberên din ên li kampên Başûr jî vegerin Şengalê.

Duh jî 487 koçberên Êzidî ji Kampa Şarya ya Dihokê vegeriyabûn Şengalê.

(c)