Li Reqayê pêşbirka hunerî ya jinên ciwan

Nivîsgeha Jinan a Reqayê ya girêdayî Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Reqayê pêşbirkeke hunerî li dar xist. Di pêşbirkê de 8 jinên ciwan beşdar bûne.

7 mijdar, 2023   15:44
REQA

Pêşbirk bi dirûşmeya “Bi Jin, Jiyan, Azadî, Serbixe Azadî” li Parka Reşîd a li bajarê Reqayê tê lidarxistin. 

Pêşbirkê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre endama rêveber a Nivîsgeha Jinên Ciwan Bûşra El Ehmed axaftinek kir. Bûşra anî ziman ku ew bi van çalakiyan dixwazin piştgiriyê bidin behreyên jinên ciwan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wan bi pêş bixin.

Piştî axaftinê, 8 jinên beşdarî pêşbirkê bûne dset bi wênesaziyê kir.

Di dawiya pêşbirkê de, tabloya ciwana bi navê Nîmet El Ubêd wekî xweşiktirîn tablo hat hilbijartin û ji aliyê endama rêveberiya Nivîsgeha Jinên Ciwan Behiya Remziyê ve hat xelatkirin.

(c)

ANHA