Koçberên Efrînê bertek nîşanî Heyva Sor a Qeterê da

Koçberên Efrînê yên li Şehbayê dimînin guhertina demografî, binpêkirin dewleta Tirk a dagirker yên li dijî Efrînê bi tundî şermezar kirin.

Koçberên Efrînê bertek nîşanî Heyva Sor a Qeterê da
14 hezîran 2024   06:17
ŞEHBA

Koçberên Efrînê yên li Şehbayê dimînin têkildarî guhertina demografîk û avakirina 13 avahiyên mêtîngeriyê ji ajansa me re axivî.

Dagirkeran li bajarokê Bilbilê yê Efrînê 7 avahiyên mêtîngeriyê ava kirin. Fatme Dewûd a ji Bilbilê têkildarî mijarê got: “Heyva Sor a Qeterê bi hevkariya dewleta Tirk malên mêtingeriyê çêdike. Ev  mêtingeh ji şêniyên Efrînê re nayên çêkirin. Malbatên dikevin wan malan ji Quneytirayê û Xûta ne. Ev yek ji bo guhartina demografîk e.  Em ji dewleta Tirk û hevkarên wê re dibêjin hûn nagihêjin armanca xwe ya guhertina demografî, nasnameya me jî nayê guhertin."

Roşen Sîno ya ji Mabetayê diyar kir ku armanca dewleta Tirk û Heyva Sor a Qeterê ji avakirina malên mêtingeriyê ew e ku guhertina demografîk pêk bînin.

Hesen Hesen ê ji Şêrawa jî wiha got: "Heyva Sor a Qeterê ji bîr kiriye ku yê beriya ku bi ser Kurdan bê kirin, bi serê wan de jî hatiye kirin. Diyar e armaca wan tunekirina gelê Kurd e û guhertina demografî ye. Tu carî dijmin nikare bigihêje armaca xwe. Em bang dikin ku bi awayekî lezgîn komîteyên lêpirsînê werin avakirin û hesab ji sûcdaran bixwazin."

Hesen Osman ê ji Racoyê jî wiha got, divê hesab ji Heyva Sor û saziyên din ên Kuwêtê yên di guhertina nasnameya Efrînê de hevkariya dewleta Tirk a dagirker dikin, bê pirsîn.

Hesen Osman bang li aliyên hiqûqî kir ku bi lez bikevin tevgerê û binpêkirinên ku li Efrîna dagirkirî têne kirin, bi dawî bikin.

(bb)

ANHA