'Cezayên li dijî Rêbertî li dijî azadî, demokrasî û aştiyê ne'

Rewşenbîr û siyasetmedarên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ˊcezayên dîsplînêˊ yên nû yên li dijî Rêber Abdullah Ocalan hatine birîn şermezar kirin.

'Cezayên li dijî Rêbertî li dijî azadî, demokrasî û aştiyê ne'
24 gulan, 2024   03:06
HESEKÊ
DIYAR EHMED

Di çarçoveya girankirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan a ji 25'ê Adara 2021'an ve de, dewleta Tirk a dagirker ˊcezayên dîsplînêˊ heta 6 mehên din li dijî Rêber Abdullah Ocalan birî.

Li hember wê şêniyan nerazîbûna xwe nîşan da. Nivîskar û endamê Yekitiya Rewşenbîran a kantona Cizîrê Ezher Ehmed ew kiryar şermezar kir û got: "Dewleta Tirk a dagirker bi rêya vê biryarê, tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan girantir dike. Ew mafên mirovan ên girtiyan nexasim girtiyên siyasetmedarên ronakbîr, bin pê dike."

Ehmed wiha domand: "Girankirina ceza û qanûnan berdewama tecrîda li ser Rêbertî ye; ji ber ku fikrê wî bingehên çareseriyê li Rojhilata Navîn danîn. Li aliyekî din jî ji ber fikrên Rêbertî li ser berjewendiyên dewletên desthilatdar metirsî ne, bi wê re ev ceza cezayên li dijî demokrasî, azadî, mirovahî û Kurdan tevahî ye."

Ehmed bang li rewşenbîr û hiqûqnasan kir ku ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û pêkanîna azadiya wê ya fîzîkî asta têkoşîna xwe bilind bikin.

'JI BER FIRKÊN RÊBERTÎ LI SER DEWLETÊN HEGEMON XETERÎ NE, TECRÎDÊ LI SER FIKIR Û FESLEFYA WÎ FERZ DIKINˊ

Welatiyê bi navê Mehmûd Mihemed diyar kir ku ev tecrîd peymanên navneteweyî binpê dike û hewldana dûrxistina Rêber Abdullah Ocalan ji hemû rêbazên jiyanê ye û got: "Faşîzma Tirk Rêbertî bi fîzîkî girtiye. Lê belê ew dibîne ku fikrên wî metirsiya herî mezin in. Ji ber wê jî ew hewl dide bi hemû rêbazan fikrê wî negihîje gelê û herêm. Her wiha dewletên hegemon û dewleta Tirk naxwazin li herêmê aştî pêk were; ji ber ku ew sûd ji şeran werdigirin."

Mihemed bang li gelên herêmê û azadîxwazan kir ku ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dakevin qadan û asta têkoşîna xwe bilind bikin.

'RÊXISTINÊN MIROVÎ Û HIQÛQÎ BI BÊDENGIYA XWE DI FERZKIRINA TECRÎDÊ DEˊ DIBIN HEVKARÊN DEWLETÊN HEGEMON

Rêvebera Nivîsgeha Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya Hesekê Ezîze Hiso tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û dirêjkirina cezayan displînê şermezar kir û got: "Dewleta Tirk hewl dide bi rêya van cezayan û tecrîdê, rê li ber derketina fikrê Rêbertî ji girtîngehê, bigire."

Ezîze Hiso li hember kiryarên li dijî Rêber Abdullah Ocalan li Îmraliyê rêxistinên hiqûqî û mirovî yên bêdeng berpirs dît û bang li hemû pêkhateyan kir ku banga azadiya Rêber Abdullah Ocalan bikin.

(mh)

ANHA