MAK’ê li Amedê hêzên dagirker hedef girtin

Milîsên MAK’ê li Amedê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyek bi teqemeniyên destçêkirî pêk anî.

MAK’ê li Amedê hêzên dagirker hedef girtin
23 gulan, 2024   21:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Milîsên Azadiya Kurdistanê (MAK) ragihand ku di 9’ê Gulanê de li taxa Fabrîka ya Amedê nuqteya ku hêzên dewleta Tirk a dagirker lê bi cih bûne bi teqemeniyên destçêkirî hedef girtine û derb li wan xistine.

MAK'ê di daxuyaniya xwe de got, "Çalakiya me tolhildana li dijî operasyonên leşkerî û siyasî yên li Kurdistanê û tecrîda di şexsê Rêber Apo de li ser zindanan tê meşandin hate lidarxistin û bang li ciwan û gelê Kurdistanê kir ku xwe bi rêxistin bikin û ji dewleta Tirk a qirker re bêjin raweste."