Cezayê darvekirinê li melayek Kurd hate birîn

Dadgeha rejîma Îranê, ji ber piştgirî daku tevlî serhildana ‘Jin, Jiyan Azadî’ bibû, cezayê darvekirinê li melayek Kurd birî.

Cezayê darvekirinê li melayek Kurd hate birîn
11 sibat, 2024   14:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Tora Mafê Mirovan ya Kurdistanê, Dadgeha Urmiyeyê cezayê darvekirinê li melayê Kurd yê bi navê Mihemed Xizir Nejad (45) yê xelkê Bokan ya Rojhilatê Kurdistanê biriye.

Heman çavkaniyê ragihand ku cezayê darvekirinê ji ber piştgiriya mela Mihemed ya ji bo serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ lê hatiye birîn.

Mela Mihemed Xizir dema di taziyeya Esed Rehîmyan ku yek ji kesên di serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de jiyana xwe ji dest dabû, axivîbû û piştre hatibû binçavkirin. Mela Mihemed salek zêdetire di girtîgehê de bû. Mela Mihemed gelek caran bi peyamên cûda piştgiriya xwe ya ji bo serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ anîbû ziman.