Rêveberiya Xweser nexweşxaneyek li Dêrazorê vekir
Rêveberiya Xweser nexweşxaneyek li gundewarê rojhilat ê Dêrazorê vekir.
Yek ji biryarên Kongreya Xurtkirina Ewlehiyê ya Dêrazorê ku di Kanûna 2023’yan de hatibû lidarxistin, pêşxistina qada tenduristiyê bû.
Li ser vê yekê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rêya Komîteya Tenduristsiyê ya Meclisa Dêrazorê nexweşxaneyek li bajarokê Şefa yê gundewarê rojhilatê Dêrazorê kir.
Di merasîmê vekirina nexweşxaneyê de bi dehan şêniyên herêmê, şêx û rûspiyên eşîran, endamên meclisên xwecih û saziyên sivîl beşdar bûn.
Di merasîmê vekirina nexweşxaneyê de Hevserokê Nivîsgeha Tenduristiyê ya Meclisa Sivîl a Herêma Rojhilat a Dêrazorê Mişel Sultan vekirina nexweşxaneyê li şêniyan pîroz kir.
Hevserokê Komîteya Tenduristsiyê ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê Sair El Kirêdî jî spasiya kesên di vekirina nexweşxaneyê de cih girtin kir û soz da ku dê destekkirina nexweşxaneyê bidomînin.
Ji şêniyên bajarokê Şefa welatiyê bi navê Ebdullah El Salim jî spasiya kesên ku nexweşxane vekirine kir û hêvî kir ku rêxistinên mirovî elaqeyê bidin qada mirovî ya li herêmê.
Nivîsgeha Tenduristiyê ya Meclisa Herêma Rojhilat a Dêrazorê wekî gava destpêkê miqdareke derman, pêdiviyên destwerdana lezgîn û text pêşkêşî nexweşxaneyê kirin.
Nivîsgeha Tenduristiyê dê çend rojên bê beşên nexweşxaneyê aşkera bike.
Şêniyên bajarokê Şefe beriya 3 salan dest bi avakirina nexweşxaneyê kiribûn. Piştî avakirin bi dawî kirin radestî Rêveberiya Xweser kirin da ku pêdiviyên wê pêşkêş bike. Nexweşxane ji 3 qatan pêk tê. Rûbera her qatekê 700 mître kabe.
(bb)
ANHA