Dayika 62 salî rêya kurê xwe yê şehîd dişopîne

Dayika Mewlîde soz dabû ku rêya kurê xwe yê şehîd Mahir Şêxo temam bike, lewma pêşengiya çalakiyên ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê dike.

Dayika 62 salî rêya kurê xwe yê şehîd dişopîne
Dayika 62 salî rêya kurê xwe yê şehîd dişopîne
Dayika 62 salî rêya kurê xwe yê şehîd dişopîne
Dayika 62 salî rêya kurê xwe yê şehîd dişopîne
Dayika 62 salî rêya kurê xwe yê şehîd dişopîne
31 cotmeh, 2024   05:10
HELEB
MIHEMED EBOD

Dayika Mewlîde 62 salî ye, têkoşîna xwe li qadan didomîne ta ku daxwaza xwe ya têkbirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dest bixe.

Dayika Mewlîde wekî bi hezaran dayikên şehîdan ên ku soz dane rêya şehîdên xwe temam bikin, bi neviya xwe re pêşengiya xwepêşandan û çalakiyên li Helebê dike ku ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker têne lidarxistin.

Şervanê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) şehîd Mahir Şêxo di êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Efrînê de sala 2018`an şehîd bû. Dayika wî Mewlîdeyê soz da ku rêya kurê xwe li dijî dagirkeran bidomîne.

Dayika Mewlîde bi neviya xwe ya dehsalî re tev li hemû çalakiyên li dijî êrişan û xiyanetê, meşên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têne lidarxistin, dibe.

Dayika Mewlîde ji ajansa me re axivî û got yekitiî hêz e û da zanîn ku eger her kes di civakê de berpirsyariyên xwe bicih bîne û bi rêbazeke guncew li ber xwe bide, bê guman dê herêmên dagirkirî bên rizgarkirin.

Dayika Mewlîde bang li gelên azadîxwaz li seranserî Kurdistanê kir ku li hember her kesê azadiya wan binpê dike, serî hildin, êrişên li dijî herêmê rawestînin û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dest bixin.

Dayika Mewlîde di dawiyê de anî ziman ku ew dev ji axa welatê xwe bernade.

(şx/k)

ANHA