NY: Divê berpirsyarên êrişên li Siwêdayê hesab bidin

Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku divê berpirsyarên êrişên di meha Tîrmehê de yên li bajarê Siwêdayê hesab bidin.

NY: Divê berpirsyarên êrişên li Siwêdayê hesab bidin
27 adar, 2026   13:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîsyona Lêkolînê ya Sûriyeyê ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî (NY) têkildarî bûyerên tundiyê yên ku di Tîrmeha sala borî de li Siwêdayê qewimîn, rapor weşand û ragihand ku hem hêzên hikumeta Sûriyeyê hem jî komên Durzî binpêkirinên giran pêk anîn.

Li gorî NY’ê, di bûyerên tundiyê yên 14-19’ê Tîrmehê de zêdetirî hezar û 700 kesan jiyana xwe ji dest da û nêzî 200 hezar kes ji cihên xwe hatin kirin. Her wiha hate diyarkirin ku êrişên hewayî yên Îsraîlê jî bûne sedema birîndarbûn û mirina sivîlan.

Komîsyonê diyar kir ku bi deh hezaran kesên ku li Siwêdayê ji cihên xwe hatine kirin, nikarin vegerin malên xwe.

Serokê Komîsyona Lêkolînê ya Sûriyeyê ya NY’yê Paulo Pinheiro diyar kir ku hemû berpirsyar, statu û nasnameya wan çi dibe bila bibe divê hesab bidin. Pinheiro ji bo ku careke din li herêmê ewlehî were avakirin, banga edalet û diyalogê kir.