El Hicrî: Em ê Meclisa Rêveber ava bikin

Serokê rûhanî yê Durziyan ragihand ku Komîteya Qanûnî ya Paşan fesih kirine û dê Meclisa Rêveber ava bikin.

 El Hicrî: Em ê Meclisa Rêveber ava bikin
7 nîsan, 2026   10:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Rûhanî yê Civaka Misilmanên Miwehidîn a Durziyan şêx Hikmet El Hicrî daxuyanî da û ragihand ku Komîteya Qanûnî ya Paşan fesih kirine û dozger Şadî Fayîz Murşîd erkdar kirine ku Meclisa Rêveber ava bike. 

El Hicrî di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku Komîteya Qanûnî li gorî pêdiviyên pêvajoya berê ava kirine û niha fesih dikin da ku rêveberiyeke zêdetir xwediyê tecrube û rêxistinkirî, ava bikin.

Di berdewama daxuyaniyê de hat gotin ku divê endamên meclisê di aliyê zanistî û meydanî de xwedî ezmûn bin, Meclis jî li gorî pîvanên pîşeyî bixebite, herêmê bi rê ve bibe û pêdiviyên gel pêk bînê.

Di daxuyaniyê de hat gotin dozger Şadî Fayîz Murşîd hat erkdarkirin ku "Meclisa Rêveber a Cebel Paşan" ava bike. Endamên Meclisê dê li gorî asta wan a zanista pîşeyî û pratîkî werin hilbijartin.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin Meclisa Rêveber a nû were avakirin, dê "rêveberiya krîzê" be û di vê pêvajoyê de herêmê bi rê ve bibe, pêdiviyên gel pêk bînê û aramiya hundir biparêz e.

(np)