Çekdaran êrişî bîreke petrolê kir

Çekdarên nenas li bejahiya Dêrazorê êrişî bîreke petrolê kir û di bîrê de şewat derket.

Çekdaran êrişî bîreke petrolê kir
16 nîsan, 2026   12:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî SOHR'ê, komeke çekdar ku nehat zanîn kî ne, êrişî bîra petrolê ya Ebû Nûra ya li herêma Secer a li rojhilatê Dêrazorê kir.

Hate diyarkirin ku di êrişê de şewateke mezin derket û zirarên mezin li bîrê bûne.

Hêzên hikumeta demkî heta niha der barê bûyerê de tu daxuyanî nedane.

(bb)