Li Quneytîra û Derayê tevgera hêzên Îsraîlê

Artêşa Îsraîlê di nava bêdengiya hêzên UNDOF'ê de, li gundewarên Quneytîra û Derayê bi ser malan de girt.

Li Quneytîra û Derayê tevgera hêzên Îsraîlê
16 nîsan, 2026   12:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzeke artêşa Îsraîlê ku ji 6 erebeyan pêk dihat, bi ser gundê El Esbeh ê Quneytîrayê de girt.

Hate diyarkirin ku hêzên artêşa Îsraîlê li taxa rojavayê gund bi ser malên gundiyan de girt û mal kontrol kirin. Li gorî agahiyan deriyên malan hatin şikandin û şênî hatin tirsandin. Her wiha hate zanîn ku hêzên Îsraîlê ji gund vekişiyan û tu kes destgîr nekirin.

Li gorî SOHR'ê, duh jî yekîneyeke artêşa Îsraîlê bi 2 derbeyan di deriyê Til Ebû Zeysar re ket herêma Wadî Ruqad a Derayê û mala cotkarekî kontrol kir.

Hate diyarkirin ku tevî hêzên Çavdêriya Şersekinandinê yên Neteweyên Yekbûyî (UNDOF) li herêmê bûn, lê li hember van tevgerên artêşa Îsraîlê destwerdan nekir.

(bb)