Bi girseyî sersaxî dan mabata şehîd Seîd Tolhidan

Şîna Mehmet Emîn Akman (Seîd Tohildan) ê şervanê QSD'ê ku di 2019'an de li Kobanê şehîd bûbû, bi girseyî hat ziyaretkirin.

Bi girseyî sersaxî dan mabata şehîd Seîd Tolhidan
16 nîsan, 2026   12:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Şîna şervanê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mehmet Emîn Akman (Seîd Tolhildan) ku di 21'ê Sibata 2019'an de li bajarê Kobanê şehîd bûbû, bi girseyî hat ziyaretkirin. Şîn li bajarokê Deştadarê yê navçeya Hezex a Şirnexê hat danîn û bi pêşengiya MEBYA-DER'ê ve bi girseyî hat kirin. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên demokratîk û gelek kes beşdarî serdanê bûn.

Di serdanê de piştî rêzgirtinê, rêveberê MEBYA-DER a Hezexê Salîh Acar got: "Şehîd xeta me ya sor in. Em çi bikin bila bikin, em qet nikarin bibin layiqê wan."

Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Şirnexê Ramazan Ûysal jî got: "Em di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de ne. Îro, ev pêvajo bi saya şehîdan e. Wan Kurd bi cîhanê dan nasîn. Li Rojavayê, Kurd bûn yek. Ev bi têkoşînê çêbû. Em ê di rêya wan de berdewam bikin."

Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Ûysal Aslanê jî diyar kir ku Kobanê ji bo hemû mirovahiyê hêvî ye û got: "Saîd Tolhildan yek ji wan kesan bû ku ev hêvî mezin kir. Îro, parastina Rojavayê erka me hemûyan e. Em di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de ne. Piştgiriya vê pêvajoyê tê wateya piştgiriya Rojavayê. Şehîd xeta me ya sor in."

Halîme Akman a dayika Mehmet Emîn Akman jî got: "Ez hêvî dikim ku ev a dawîn be. Ez ê hewl bidim hêjayî kenê ezîzê xwe bim."

Serdan piştî xwendina duayan bi dawî bû.