Çavdêrê Wezareta Karên Derve ya Îranê li Lubnanê ye

Dezgehên ragihandinê yên Îranê ragihand ku çavdêrê Wezareta Karên Derve ya Îranê Alî Baqirî gihîşt Beyrûtê û ew ê li wir bi berpirsên mezin ên Lubnanê re bicive.

Çavdêrê Wezareta Karên Derve ya Îranê li Lubnanê ye
3 hezîran, 2024   17:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Tesnîm a Îranê ragihand ku çavdêrê Wezarera Karên Derve ya Îranê Alî Baqirî îro gihîşt Beyrûtê da ku têkiliyên dualî bi berpirsên Lubnanê re nîqaş bike û li ser dozên herêmî û navneteweyî nexasim geşedanên li Filistînê, gotûbêj bikin.

Ajansê diyar kir ku îro Baqirî bi wezîrê karên derve yê Lubnanê Ebdullah Bohebîb re civiya.

Piştî civînê Baqirî di civîneke çapemeniyê de destnîşan kir ku têkiliya di navbera Îran û Lubnanê de xurt in û berxwedana Îslamî ya li Lubnanê bingeha aştiya herêmê ye.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku piştî wefata wezîrê karên derve Huseyn Emîr Ebdullehyan ev serdana yekemîn e ku Baqirî pêk tîne.

(mh)