El Sîsî banga avakirina hikumeteke nû kir

Serokê Misrê Ebdulfetah El Sîsî ji bo avakirina hikumeteke nû Mistefa Medbolî erkdar kir, da ku gelek armanc pêk werin, di serî de ewlehiya neteweyî ya Misrê were parastin.

El Sîsî banga avakirina hikumeteke nû kir
3 hezîran, 2024   17:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokwezîrê Misrê Mustefa Medbolî îstîfaya hikumetê ji bo serokê Misrê Ebdulfetah El Sîsî pêşkêş kir. El Sîsî daxwaza îstîfayê erê kir û ji bo avakirina hikumeta nû, Mustefa Medbolî erkdar kir.

Seroketiya Misrê bi daxuyaniyekê diyar kir ku armanc ji avakirina hikumeta nû pêkanîna gelek armancan e, di serî de parastina ewlehiya neteweyî ya Misrê hemwextî zehmetiyên herêmî û navneteweyî were kirin.

Her wiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji armancên hikumeta nû pêşxistina beşdariya siyasî, pêşxistina têkoşîna li dijî terorê, pêşxistina dosyayên çandî û yên ola mutedil e.

Di berdewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku her wiha hikumeta nû dê girîngiyê bide pêvajoyên sererastkirinên aborî, teşwîqkirina şîrketên taybet, rêgirtina li ber bihabûnê û şopandina sûkan.

(mh)