Dadgeha Sûc a Duhokê rûniştina yekemîn a Silêman Ehmed diyar kir

Piştî 223 rojan ji revandin û girtinê, Dadgeha Sûc a Yek a Duhokê roja yekem rûniştina edîtorê beşa Erebî yê ajansa Rojnewsˊê Silêman Ehmed diyar kir.

Dadgeha Sûc a Duhokê rûniştina yekemîn a Silêman Ehmed diyar kir
3 hezîran, 2024   18:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî 211 rojan ji edîtorê beşa Erebî yê ajansa Rojnewsˊê Silêman Ehmed agahî nehat girtin û bi tu awayî destûr nehat dayîn ku hevdîtina malbat û parêzerên wî pêre pêk bê. Di roja 211’ê de destûr hate dayîn ku parêzerê wî hevdîtinê pêre bike û bi rêya telefonê hevdîtinek kurt bi malbata xwe re bike.

Dadgeha Sûc a Yek a Duhokê roja yekê ya rûniştina dadgehê ya edîtorê beşa Erebî yê ajansa Rojnewsˊê Silêman Ehmed weke 30’ê Hezîrana îsal diyar kir.

Yek ji parêzerên Silêman Ehmed, Beşdar Hesen ji ajansa Rojnewsˊê re der barê doza muwekîlê xwe de axivî û wiha got; “Piştî ku destûra hevdîtina bi Silêman Ehmed re hate dayîn, hate erêkirin ku em parêzertiya wî bikin. Dadgeha Sûc a Duhokê roja 30’ê Hezîranê weke roja yekem rûniştina dadgehê ya doza Silêman Ehmed diyar kir.”

Der barê madeya ku Silêman Ehmed pê tê darizandin, parêzerê wî Beşdar Hesen wiha got; “Ew madeya ku muwekîlê me Silêman Ehmed pê tê darizandin, madeya yek a yasaya hejmar 21 ya sala 2003’yê ya Parlamentoya Herêma Kurdistanê ye ku taybetae bi têkdana ewlekariya Herêma Kurdistanê.”

Edîtorê beşa Erebî ya ajansa Rojnewsˊê Silêman Ehmed roja 1’ê Cotmeha 2023’yan ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li Taxa Şêx Meqsud a Helebê. Silêman Ehmed roja 25’ê Cotmeha 2023’yan dema xwest di deriyê Pêşxabûr (Sêmalka) re derbasî Başûr bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin û piştî heft mehan parêzeran karîn hevdîtinê pêre bikin. Rojnamevan Silêman Ehmed 223 rojin di girtîgeha PDK’ê de tê girtin.