Çapemeniya cîhanê hevdîtina Trump û Pûtîn çawa da?

Trump û Pûtîn di civîna li Alaskayê de dostaniya xwe li pêşberî kamereyan nîşan da, lê ji bo agirbesta li Ukraynayê tu lihevkirin derneket. Tevî soz û daxuyaniyên erênî jî lê civîn bi rengekî sembolîk qediya ku li gorî berjewendiyên Pûtîn bû.

Çapemeniya cîhanê hevdîtina Trump û Pûtîn çawa da?
16 tebax, 2025   12:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên cîhanî di hejmarên xwe yên vê sibehê de cih da hevdîtina serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump û serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn ku li eyaleta Alaskayê ya DYA’yê pêk hat.

’ TRUMP Û PÛTÎN BÊYÎ KU LI SER UKRAYNAYÊ LI HEV BIKIN DOSTANIYA XWE NÎŞAN DIDIN’

Rojnameya New York Times der barê mijarê de nûçeyek weşand, diyar kir ku "di lûtkeyeke girîng de li baregeheke leşkerî ya li Alaskayê, Serokê Amerîkayê Donald Trump û hevpêşiyê xwe yê Rûsyayê Vladimir Pûtîn bi awayekî berbiçav dostaniya xwe nîşan da. Lê ji bo bidawîanîna şerê li Ukraynayê tu lihevkirin ji lutkeyê dernket."

Li gorî heman rojnameyê; her çi qasî Trump hêvî dikir ku agirbestek tavilê ragihîne, lê aşkera kir ku piştî çend saetan ji civînê dan û standinan encamek dawî bi dest nexistiye û got, "Em hîn negihîştine wê astê, lê me hin pêşketin bi dest xistine."

Rojnameyê her wiha îşaret bi vê yek kir ku "Li pişt perdeya lihevhatinê, Rûsyayê tu pabendîbûna xwe ji bo rawestandina şer aşkera nekir. Trump jî behsa cezayan nekir ku  Rûsya pê tehdîd dkir. Lê belê herdu aliyan tenê daxuyaniyên nezelal li ser "lihevkirinên nezelal" dan û bersiva pirsên rojnamevanan nedan."

‘TRUMP Û PUTÎN BÊYÎ KU LI SER UKRAYNAYÊ LI HEV BIKIN LÛTKE BIRÎ’

Rojnameya Washington Post jî lûtkeya Trump û Pûtîn wekî "hewldanek ji bo bidawîkirina şerê herî xwînî yê Ewropayê ji Şerê Cîhanê yê Duyemîn vir ve" pênase kir û diyar kir ku "Her çiqasî piştgiriyek dîplomatîk a mezin dabe Pûtîn jî lê armanca diyarkirî ya Trump a rawestandina şer pêk neanî."

Li gorî rojnameyê " Ji ber ku tu lihevkirin çênebû, ev lûtke ji bo serokê Amerîkayê bêhêviyek bû ku ji bo pêkanîna serkeftinek di mijara Ukraynayê de zextek zêde li ser wî tê kirin."

‘LÛTKEYA ALASKAYÊ: TEVÎ PÊŞWAZIYA GERM JÎ DI NAVBERA TRUMP Û PUTÎN DE LI SER UKRAYNAYÊ LIHEVKIRINEK ÇÊNEBÛ’

Rojnameya Financial Times ku cih daye heman mijarê diyar kir ku Serokê DYD’yê Donald Trump di dema lûtkeya li Alaskayê de ku bi protokolê dest pê kir lê bêyî serkeftinek bi dawî bû, tu soz ji bo rawestandina şerê li Ukraynayê ji Pûtîn bi dest nexist.

Hate gotin, piştî lutkeyê Trump îşaret pê kir ku berpirsiyariya qedandina êdî li ser milê Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky û welatên Ewropayê ye û got, "Niha mijar girêdayî Serok Zelensky … eger bixwazin, ez ê werim civîna bê."

Hate gotin, pisporan lutke wekî "serkeftina propagandayê" ji bo Pûtîn bi nav kir. Ji Navenda Ewlekariya Amerîkî ya Nû Andrea Kendall Taylor got, Pûtîn di guhertina hevsengiyê û bikaranîna serdanê ji bo berjewendiya xwe de bi ser ket.

Her wiha hate destnîşankirin ku rayedarên Ukraynayê jî encamên lûtkeyê "Bêhêvî û nezelal" nirxandin.

(bb)