Li Humsê li dijî projeyeke avahîsaziyê xwepêşandan

Şêniyên  taxa Qerabîs ya bajarê Humsê li dijî projeya bi navê "Bulvara El Nesir" xwepêşandan li dar xistin. Şêniyan xwest ku proje were rawestandina û ji bo  plansaziya bajêr nêrîna gel jî hebe.

Li Humsê li dijî projeyeke avahîsaziyê xwepêşandan
16 tebax, 2025   12:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Rayedarên li Humsê ragihandin ku şerketeke biyanî dê li bajêr projeya avakirinê ya bi navê Bulvara El Nesir pêk bîne. Li gorî plane, dê li gelek tax û deverên bajêr avahî, park û sûk bêne avakirin.

Şêniyên bajêr ji vê projeyê ne razî ne û dibêjin ku ew ne li gorî plansaziya resen a bajêr e û armancên projeyê jî cihê dilgiranî û gumanê ne, bi taybet ku bêyî nîrîna xelkên bajêr û ji hêla şirketên nenas ve tê pêkanîn. Ev proje dê bibe sedema hilweşandina mal û dikanên şêniyan.

Şêniyên taxa Qerabîs li Humsê duh li dijî projeyê xwepêşandanek li dar xist û daxwaza rawestandina wê kir.

Xwepêşanderan pankartên "Na ji Bulvarê re" hilgirtin û li dijî veberhênerê projeyê dirûşme bilind kirin.

Ev cara sêyemîn  e ku li taxê li dijî vê projeyê xwepêşandan tên lidarxistin.

şêniyan her weha bang li rayedarên bajêr kirin  ku di der barê plansaziya bajêr de şêwra şêniyan jî bikin.

(k)