Ajansa Welat hat astengkirin

Platforma Înstagramê li ser daxwaza Saziya Zanistên Teknolojîk û Ragihandinê (BTK) hesabê Ajansa Welat li Tirkiyeyê asteng kir.

Ajansa Welat hat astengkirin
16 tebax, 2025   12:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Welat ku li ser hemû platformên dîjîtalê weşanê dike cara duyemîn hat astengkirin. Hesabê Ajansa Welat ê Instagramê (@ajansawelat1) li ser daxwaza Saziya Zanistên Teknolojîk û Ragihandinê (BTK) li Tirkiyeyê hat astengkirin.

Ajansa Welat diyar kir ku wê îtîrazî biryarê bikin û serî li rêyên hiqûqî bidin.

Hesabê nû yê Instagramê yê Ajansa Welat ev e: @AjansaWelat2