Çalakiyên gelê Cebel Eqîl di hefteya 6ˊan de didomin

Gelê Cebel Eqîl ê gundewarê Babê hefteya 6ˊan e li dijî hebûna baregeha Tirkiyeyê ya li ser erd û malên wan e xwepêşandanan li dar dixe.

Çalakiyên gelê Cebel Eqîl di hefteya 6ˊan de didomin
22 gulan, 2026   19:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Xelkê Cebel Eqîl ê gundewarê bajarê Babê yê bakurê Heleb hefteya 6ˊan e, ji bo redkirina hebûna baregeha Tirkiyeyê li ser erd û malên wan çalakiyên xwe didomînin. Şênî desteserkirina malan û berfirehkirina baregehê li herêmê şermezar kirin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku bi dehan xelk piştî nimêja înê li qadekê kom bûn û pankartên girêdayîna bi erd û malên xwe hildan.

Xwepêşandêran slogan û gotinên "Malên me ne kevir û çemento ne lê jiyan û bîranînên ji me hatine standin in" berz kirin. Bi vê yekê îşaret bi koçberiya bi darê zorê û mehrûmkirina ji mal û milkan kir.

Şêniyan bang li berpirsên herêma Babê, Parêzgarê Heleb û aliyên eleqedar kir ku li hember xelkê Cebel Eqîl bi erkên xwe rabin, kiryarên xerabkirina mal û erdên wan rawestînin, mal û milkan li xwediyan vegerînin. Li kêleka wê jî banga rakirina baregehê hat kirin.

Di dawiyê de şêniyan got ku ew ê heta pêkanîna daxwazên xwe çalakiyên aştiyane dewam bikin.

(fr)