Hejmara kuştiyên êrişa Ukraynayê ya li ser bajarokekî Rûsyayê bû 4 kes

Wezareta Derve ya Rûsyayê daxuyand ku di êrişa dronî ya Ukraynayê li ser fakulteyeke li herêma Luhanskê de ya di bin kontrola Rûsyayê de 4 kes hatin kuştin û 40 jî birîndar bûne.

Hejmara kuştiyên êrişa Ukraynayê ya li ser bajarokekî Rûsyayê bû 4 kes
22 gulan, 2026   18:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Derve ya Rûsyayê îro ragihand ku hejmara qurbaniyên êrişa dronî ya Ukraynayê li ser fakulteyeke li herêma Luhanskê ya rojhilatê Ukraynayê gihîştiye 4 kesan û 40 birîndar jî hene.

Wezaretê di daxuyaniyekê de da zanîn ku "heta niha 40 kes birîndar bûne û 4 kes kes hatine kuştin. Operasyonên rizgarkirinê li cihê trajediyê hîn jî berdewam dikin."

Nûnerê Daîm ê Rûsyayê li Neteweyên Yekbûyî ragihand ku Moskovê piştî êrişa Ukraynayê li ser dibistanek û wargehek xwendekaran li Luhanskê daxwaza civînek awarte ya Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî kiriye.

Herêma Luhanskê li rojhilatê Ukraynayê çend sal e di bin kontrola Rûsyayê de ye û herêm wekî beşek ji şerê berdewam ê di navbera Moskov û Kîevê de rastî êrişên berdewam hatiye.

(fr)