Brett McGurk: Cîhan bi saya Kurdan bi ewletire

Nûnerê berê yê Amerîka yê ji bo Karûbarê Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê Brett McGurk der barê êrişên li se Rojava de peyamek weşand û got: “Kurd li seranserî Iraq û Sûriyeyê hevpeymanên herî baş in û pêwîste bi vî rengî nêzî wan nebin. Ji ber ku bi saya Kurdan cîhan gelek bi ewletire.”

Brett McGurk: Cîhan bi saya Kurdan bi ewletire
23 ÇILE, 2026   09:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnerê berê yê Amerîka yê ji bo Karûbarê Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê Brett McGurk der barê êrişên çeteyên hikumeta demkî yên ku dewleta Tirk a dagirker destekê dide wan yên li ser Rojavayê Kurdistanê de peyamek parve kir.

Brett McGurk di peyama xwe de dibêje; “Her aloziyek ewlehiyê, bi taybetî jî li girtîgehên ku DAIŞ’î têde ne derkeve, wê bandorên navdewletî bi xwere bîne. Bûyerên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê cihê fikaran ne, pêwîste agirbest berdewam be.”

Di dewama peyama xwe de Brett McGurk dibêje: “Kurd li seranserî Iraq û Sûriyeyê hevpeymanên herî baş in û pêwîste bi vî rengî nêzî wan nebin. Ji ber ku bi saya Kurdan cîhan gelek bi ewletire.”