Berxwedana Rojava li Şengalê hat silavkirin

Şeniyên komelgeha Sîba Şêx Xidir a Şengalê ji bo silavkirina berxwedana Rojava ya li hemberî êrişên çeteyên hikumeta demkî  li ber peykerê Şehîd Xeyrî kom bûn, agir pêxistin û dirûşmeya ‘Biji Berxwedana Rojava’ qîriyan.

Berxwedana Rojava li Şengalê hat silavkirin
23 ÇILE, 2026   09:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Xelkê Şengalê ji bo piştgiriya gelê Rojavayê Kurdistanê her roj di nava çalakiyan de ye. Duh şêniyên komelgeha Sîba Şêx Xidir zarok, jin, ciwan kal û pîr hemû bi hev re, li ber peykerê Şehîd Xeyrî kom bûn û çalakiya piştgiriya ji bo gelê Rojavayê Kurdistanê lidar xistin.

Çalakvana, li ber pêykerê Ş. Xeyrî agir pêxistin, wenêyên şehîdên Helebê ku dema êrişên çeteyên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de şehîd bûbûn, pankart û dovîzên li ser piştgirî û dilsoziya bi gelê Rojavayê Kurdistanê hatibûn nivisandin hatin hildan.

Kesên tevlî çalakiyê bûn dirûşmeya ‘Biji Berxwedana Rojava’ qîriyan. Çalakiya şeniyên komelgeha Siba Şêx Xidir du seat berdewam kir.