Bîlançoya kuştiyên Îsraîlê zêde bûye

Artêşa Îsraîlê ragihand ku ji 7`ê Cotmeha 2023`yan ve 531 efser hatine kuştin.

Bîlançoya kuştiyên Îsraîlê zêde bûye
21 ÇILE, 2024   12:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê ragihand ku di şerê li başûrê Xezayê de endamekî din yê wê hatiye kuştin û 3 jî bi giranî birîndar bûne. 

Artêşê li ser malpera xwe got kuştî çawîşê rezerv Uriel Aviad Silverman (23) û ji tabûra 7421 ya lîwayên Krîtî ye û di şerê li başûrê Xezayê de hatiye kuştin.

Bi vê daneyê re hejmara kuştiyên artêşa Îsraîlê ji 7`ê Cotmeha 2023`yan ve, gihaşt 531 kuştiyan. Di nav de efser û leşker hene. Her wiha artêş ragihand ku di 24 saetên dawîn de 16 leşker û efser birîndar bûn.

(şx)