Meşa mezin a li Qamişloyê gihaşt Stada Şehîdên 12`ê Adarê

Girseya gel a ku tev li meşa mezin a ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker û parastina destkeftiyên gelan û şoreşê li dar ketiye, gihaşt Stada Şehîdên 12`ê Adarê ya li Qamişloyê.

Meşa mezin a li Qamişloyê gihaşt Stada Şehîdên 12`ê Adarê
21 ÇILE, 2024   12:17
QAMIŞLO

Meşa mezin a ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker û parastina destkeftiyên gelan û şoreşê bi dirûşma "Bi giyanê şerê gel ê şoreşgerî em ê dagirkeriyê têk bibin û şoreşa xwe biparêzin" ji pêşiya Çerxerêya Osman Sabrî dest pê kiribû, gihaşt Stada Şehîdên 12`ê Adarê. 

Şêniyên Qamişlo, Dêrik û Hesekê, navçeyên kantonê; Girkê Legê, Çilaxa, Til Koçer, Tirbespiyê, Til Hemîs, Dirbêsiyê, Til Temir, Til Birak û Şedadê tev li meşê bûne.

Li stadê, wêneyên şehîdan, wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, alên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) hatine daliqandin.

Çaverê ye ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Cizîrê, dûre Meclisa Malbatên Şehîdan û Kongra Star axaftin bikin.

(şx)

ANHA