Jinan qatilkirina Zelal Zagros şermezarkirin

Jinên meclisa malbatên şehîdan û jinên li navçeya Eyn Îsa qatilkirina pêşeng Zelal Zagros şermezar kirin.

Jinan qatilkirina Zelal Zagros şermezarkirin
Jinan qatilkirina Zelal Zagros şermezarkirin
21 ÇILE, 2024   12:35
EYN ÎSA

Jinên meclisa malbatên şehîdan di derbarê qatilkirina Feryal silêman Xalid (Zelal Zagros) ku  li Kerkûkê di 18`ê Çileyê de hatibû qatilkirin bi 2 duxayniyên cuda li navçeya Eyn Îsa yê hate şermezar kirin.

Daxuyaniya jinan Hede Hec Muslim û daxuyaniya dayîk û hevjînên şehîdan Şaha El Esaf xwendin.

Di her du daxuyaniyan de hedefgirtina çalakgerên jin ên ji bo rizgariya jinan ji hişmendiya desthilatdar her tim tê koşiyane, hate şermezarkirin.

Her wiha hate destnîşan kirin ku şehîd Zelal di 30 salan de bûbû sembola jina têkoşer a fedakar û wefedar û dê di dîroka têkoşîna jinan de çirûskek bimîne.

Di daxuyaniyan de soz hate dayîn ku têkoşîna jinên azad bê berdewamkirin heta ku edalet, wekhevî pêk were û  koletî û zihniyeta desthilatê bên tunekirin.

(şx)