Bi saya odeya lezgîn a diyalîzê Rola careke din vegeriya jiyanê

Di odeya lezgîn a awarte de ku tenê amûrek diyalîzê heye, Rola careke din vegeriya jiyanê. Tedawiya Rola ji ber êrişên artêşa Tirk a dagirker hefteyekê hate derengxistin.

Bi saya odeya lezgîn a diyalîzê Rola careke din vegeriya jiyanê
29 kanûn, 2023   14:02
NAVENDA NÛÇEYAN
EHMED SEMÎR-SULAVA EBDUREHMAN

Rola di dirêjahiya rojên êrişê de westiya û ji ber girtina şilavê û kombûna jehrê laşê wê werimî û rewşa wê pir xerab bû. Ji ber ku nikarî tedawiya xwe ya ji ber derketina navenda diyalîzê ji xizmetê temam bikira.

Navenda diyalîzê ya li taxa Elaya ya Qamişloyê di 2021′ê de hatibû vekirin ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker ji xizmetî derketibû. Di navendê 6 amûrên diyalîzê, 24 kadroyên tibî hebûn û xizmetî 70 nexweşxan dikir.

Piştî navend ji xizmetê derket, yek ji nexweşên gurçikan bi navê Ebdurehman Xidir di 27′ê Kanûnê de jiyana xwe ji dest da.

Ji nava 70 nexweşan, yekî jiyana xwe ji dest da û pêdiviya 10 nexweşan bi awayekî heftane bi şûştina gurçikan heye. Rêveberiya navenda diyalîzê bi awayekî awarte odeyek bi textekî û amûrekê vekir.

′EV AMÛR RÊBAZA YEKANE YA MAYÎNA JIYANÊ YE′

Rola Harûn a nexweş ji salekê ve li navenda diyalîzê tedawî dibe û pêdiviya wê di hefteyê de bi 3 carên tedawiyê heye û her carekê jî 4 saetan li ber xwe dide û wiha got: "Ger ez tedawî nebim, dê şilav di laşê min de kom bibe û rûbirûyî felcê dimînin."

Rola wiha domand: "Em di êrişên hovane re derbas bûn û ji yên zirar dîtin em bûn. Ev amûr rêbaza yekane ya mayîna jiyanê ye."

Rola wiha di axaftina xwe dewam kir: "Hin welatî hene tedawiyên xwe temam nekirine û tenê saetek û nîv gurçikên xwe şûştine. Ev dem têrê nake. Piranî nexweş di dirêjahiya rojên êrişê de di krîzên tenduristiyê re derbas bûn."

Rola bi xemgînî got: "Ger nexweşê gurçikan tedawî nebin dê di krîza dil re derbas bin. Dema tedawiya min hate derengxistin ez pir westiyam. Rewşa min a derûnî pir zehmet bû û min dipirsî ez ê li ku derê tedawî bim? Gelo ez biçim Dêrikê an Hesekê?"

Rola xîbatî cîhanê kir û wiha dawî li gotina xwe anî: "Divê civata navneteweyî van êrişan şermezar bike û di êrişan de navenda ku ez lê tedawî dibûm hate rûxandin."

Endamê rêvebera navenda diyalîzê Rafi Ebas diyar kir ku tenduristiay 70 nexweşî ji ber tedawî nebûn ne baş e û got: "Me ev ode weke rewşa lezgîn a awarte vekir."

Ebas wiha domand: "Ev nexweş di hefteyê de 3 caran tedawî dibe û di her carê de 4 saetan dimîne."

Ebas bang li WHO′yê kir ku bi erkên xwe rabin û ji bo ji nû ve navenda diyalîzê bikeve xizmetî piştgiriyê bidin.

(fr)

ANHA