Karkerên li Şengalê şehîd bûn, ji Rojavayê Kurdistanê ne

5 karkerên duh di êrişa dewleta Tirk a dagirker de, li Kora Simoqya ya Şengalê şehîdbûn, xelkê Rojavayê Kurdistanê ne.

Karkerên li Şengalê şehîd bûn, ji Rojavayê Kurdistanê ne
29 kanûn, 2023   14:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh di derdora saet 18.00’an de dewleta Tirk a dagirker bi balafira bêmirov û biçek sê caran karkerên bîrên avê ji bo gundên Kora Simoqya ya Şengalê dikolandin, bombebaran kir.

Di encama êrişê de 5 karkeran jiyana xwe ji dest dabûn.

Li gorî agahiyên ku me ji Rêveberiya Xweser a Şengalê girtiye, 5 karker ji bo debara malbata xwe hatine Şengalê û bîrên avê ji bo gundên Kora Simoqya dikolandin xelkê Rojavayê Kurdistanê ne.

Çavkaniyên Rêveberiya Xweser a Şengalê diyar kirin, ji ber karker xelkê Rojavayê Kurdistanê ne, hewl didin xwe bigihînin malbatên karkeran û agahiyên zelal yên nasnameyê ji wan bigirin.