Li Idlib û Hemayê 2 çeteyên ′Heyet Tehrîr El Şam′ hatin kuştin

Balafirên bêmirov ên xwekuj li bakurê Idlibê û gundewarên Hemayê nuqteyên çeteyên dewleta Tirk a dagirker hedef girtin, di encamê de kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn.

Li Idlib û Hemayê 2 çeteyên ′Heyet Tehrîr El Şam′ hatin kuştin
29 kanûn, 2023   13:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Balafirên bêmirov ên xwekujî li derdora Meret Nesan a li bakurê Idlibê nuqteyên ′Heyet Tehrîr El Şam′  bombebaran kirin, di encamê de 2 çete hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.

Her wiha balafireke bêmirov a xwekuj li derdora Enkawî ya bakur-rojavayê Hemayê nuqteyeke çeteyan hedef girt, lê tu agahî der barê kuştî û birîndaran de bi dest neketin.

(fr)