Bi klîbekê berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hat vegotin

Tevgera Çand û Hunerê ya Helebê klîbek weşand ku balê dikişîne ser berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya li hemberî êrişên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê.

Bi klîbekê berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hat vegotin
26 kanûn, 2025   13:33
HELEB

Navenda Cemîl Horo ya Çand û Hunerê ya taxên Şêxmeqûsd û Eşrefiyê klîbek bi navê "Şêxmeqsûd û Eşrefiyê" weşand.

Klîb balê dikişîne ser berxwedana şêniyên her du taxan a li hemberî êrişên komên hikumeta veguhêz û girêdana şêniyan bi axa xwe ve.

Strana klîbê ji aliyê koma Agirî Heleb ve tê gotin. Xelîl Perîşan gotinên stranê nîvisiye û saz kir, her wiha Hikmet Mîlan tomar kiriye û derhêner û prodeksyon jî ji aliyê Elî Ehmed ve hatiye kirin.

Kîlb li ser malperên Navenda Çemîl Horo û koma Agirî Heleb hatiye weşand.

(b)

ANHA