Di teqîna li Humsê de 5 kuştî û 21 birîndar

Li taxa Wadî El Zeheb a bajarê Humsê teqînek di hundirê mizgeftekê de çêbû. Li gorî agahiyên destpêkê, 5 kes hatin kuştin û 21 kes birîndar bûn.

Di teqîna li Humsê de 5 kuştî û 21 birîndar
26 kanûn, 2025   13:42
HUMS

Li taxa Wadî El Zeheb a bajarê Humsê teqînek di hundirê mizgeftekê de çêbû.

 Rêveberiya Ambulans û Rewşên Awarte ya Wezareta Tenduristiyê ya Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê ragihand ku li gorî agahiyên destpêkê 5 kes hatin kuştin û 21 kes birîndar bûn.

Der barê xewzayê teqînê de lêkolîn dewam dike.

(b)

ANHA