Sersaxî ji malbata şehîd Sîdar Andok re hat xwestin

Li Amedê ji bo taziyeya şehîd Sîdar Andok (Nîhal Ay) serdanên sersaxiyê têne kirin.

Sersaxî ji malbata şehîd Sîdar Andok re hat xwestin
26 kanûn, 2025   13:11
NAVENDA NÛÇEYAN 

Ji bo endama Tevgera Hîlala Zêrîn a Çanda Jinan Nîhal Ay (Sîdar Andok) a ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şehîd bûye, li navçeya Peyas a Amedê li Mala Şînê ya Çermîklîler taziye hate danîn.

Hevserokê Giştî yê Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir û nûnerên partiyên siyasî serdana taziyeyê kirin û sersaxî ji malbatê re xwestin.