Betalkirina erkên Erdogan bûn rojeva rojanemyên erebî

Rojnameyên erebî weşanên xwe yên îro cih dan betalkirina dadgeha destûrê ya Tirkiyeyê , erkên serokê dewleta Tirk Erdogan û metirsiyên dewleta Tirk a li ser herêmên dagirker ên sûriyeyê.

Betalkirina erkên Erdogan bûn rojeva rojanemyên erebî
5 hezîran, 2024   10:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Şerq El Ewsat nûçeyek bi sernavê "Dadgeha destûrê ya Tirkiyeyê gelek erkên Erdogan betal kir" weşand. Rojnameyê diyar kir ku dadgehê, derxistina biryaran ji destê Erdogan kirşand.

Rojnameyê balkişand li ser biryara dadgeha destura 482 yan pêk tê û  ku Rojnameya fermi ya Tirkiyeyê de roja sêşemê hatiye weşandin û da zanîn ku bi rêya vê biryarê qanûna bi hejmar 703 ê ku 2`yê Tîrmehe ya sala 2018`an de derfetê dide serokkomar ku  dikarê memûran erkdar bike û ji kar derxe.

Li gorî rojnameyê di nûçeya xwe de parve kiriye, ji derfetên di destê Erdogan de ji aliyê dadgeha destûrê ve hatine belatkirin; erkdarkirina 7 endamên meclisa perwerdeyê ya bilind, guhertina serokê banka navendî beriya ku erka wî/wê bi dawî bibe, diyarkirina cîgirên wî, erkdarkirina walî û cîgirên wan, diyarkirina temenê xizmeta giştî bi 65 salan, hene.

Rojnameya EL Erebî bal kişand li ser çalakiyên gel ên li dijî girtina Mehmet Sadiq Akîş ya  hevserokê  şêniyên Colemergê û wiha got: “Şaredarê Colemergê Mehmet Sadiq Akîş û li dijî desteserkirina şardariya bajêr, derketin xwepêşandanê ku rêxistinên civaka sivîl û partiyan li dar xistibû.

Rojnameyê El Ereb îşaret bi şerên di navbera çeteyên dewleta Tirk a dagirker de li bajarê Efrînê kir û diyar kir ku ev şer, ji ber nakokiya çeteyan li ser mal û milên welatiyên kurd derketiye.

Rojnameyê da zanîn ku ev ne cara yekê ye ku çeteyên dewleta Tirk li herêmên dagirkirî yên Sûriyeyê bi hev dikevin, lê belê ji dema ku dewleta Tirk bajar dagir kiriye ve, şêniyên kurd rûbirûyî koçberkirin, talankirina mal û milkên wan in.

Li gorî çavdêran, dewleta Tirk ji vê rewşê bi fikar e û ji ber wê bi rêya îstixbarata xwe bi lez destwerdan kir.

(şx)