Hêzên Ewlekariya Hundirîn mayînek bê bandor kir

Hêzên Ewlekariya Hundirîn mayînek li kantona Dêrazorê bê bandor kir.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn mayînek bê bandor kir
5 hezîran, 2024   10:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn mayînek ya li ser rêyeke şaxî ya gundê Hawî El Hîsan ê rojavayê Dêrazorê bê bandor kir. 

Hêzên Ewlekariya Hundirîn di daxuyaniya xwe de ev agahî parve kir: "Şêniyan li navendeke me gilî kir ku cismek bi guman li gundê Hawî El Hîsan ê rojavayê bajêr heye.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn diyar kir ku Hêzên me û tîmên endezeya mayînan bi lez çûn cihê lê cism heye û dest bi lêkolînê kir. Lê belê bê ku zirarek çêbibe hate bêbandorkirin û mayîn ji wir hate rakirin."

(şx)