Hevseroka KCK'ê: Dewleta Tirk DAIŞ’iyan dişîne Iraqê ku çalakiyan bikin

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat destnîşan kir dewleta Tirk çeteyên DAIŞ’ê û yên din li dijî Îran, DYA, Rusya û Iraqê bikar tîne da ku jibo polîtîkayên qirkirina Kurdan destekê werbigire û got: Li gorî agahiyên dawî yên gihîştin me, tiştên şênber jî hene. DAIŞ'iyên hatine girtin hene ku li xwe mikur hatine, DAIŞ’iyan dişîne Iraqê da ku li li dijî Iraqê çalakiyan bikin.”

Hevseroka KCK'ê: Dewleta Tirk DAIŞ’iyan dişîne Iraqê ku çalakiyan bikin
26 adar, 2024   12:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat ku beşdarî bernameya taybet a Medya Haber TV bû, derbarê hewldanên dewleta Tirk a dagirker ên di mehên dawî de, hevdîtinên wên yên bi DYA, Iraq, PDK’ê re de jî nirxandinên girîng kirin. 

Besê Hozat bal kişand ku hedefa esasî ya dewleta Tirk ew e ku xwe bigihîne sînorên Mîsak-ı Millî û ji bo vê yekê serî li hemû rêbazên şerê qirêj dide, komên çeteyan bikar tîne, van çeteyan li hemberî Iraq, Suriye, Îran û Rusyayê jî bikar tîne da ku destekê ji wan bigire. 

‘DEWLETA TIRK A DAGIRKER ASÊ MA, TEŞHÎR BÛ’

Besê Hozat, da zanîn şerê qirkirinê yê ku dewleta Tirk ev 8 sal dimeşîne, asê maye û got: “Dixwestin di sala 2020, 2023'an de tevahiya Herêmên Parastinê yên Medyayê dagir bikin. Mûsil, Kerkûkê jî dagir bikin. Hem Başûr, hem jî li Rojavayê Kurdistanê dixwestin xwe bigihînin sînorên Mîsakî Mîlî. Dixwest li ser Iraq û Sûriyeyê hegemonya xwe ava bike. Bi vê armancê polîtîkayên dagirkerî, neo Osmanî, emperyalîst meşandin. Xwestin herî dereng sala 2023'an vê yekê bi encam bikin. Lê belê hesaba li malê li sûkê nehat. Her tişt li gorî nexşeyên li ser maseyê têne xêzkirin nameşe. Hatin li berxwedana bi heybet a gerîla ketin û xitimî, asê ma. 2022-2023'an xwest xwe ji vê xitimandinê rizgar bike. Çekên kîmyewî, qedexekirî bi kar anîn. PDK tevlî vî şerî bû, xwest bi her awayî sûdê werbigire. Ji bo rewakirina vî şerî çi ji destê PDK'ê hat kir, lê belê dîsa nekarî encamê bi dest bixe. Çekên qedexekirî, çekên kîmyewî ketin rojevê, teşhîr bû. Artêş, dewlet gelekî asê ma. Gelek sivîl qetil kirin, gund bombe û vala kirin, qadên sivîlan xirab kirin. Li Rojava çavkaniyên ser erd û bin erd ên gel bombe kirin. Bîrên petrolê, navendên gazê, elektrîkê, çapxane, febrîqeyên xurekê hilweşandin; sivîl, asayîşa sivîl, jin, zarok, extiyar, ciwan, sivîl, herî dawî şervanên Suryanî qetil kirin. Yanî tam şerekî qirkirinê meşand. Niha Îsraîl li Xezeyê li hemberî Fîlîstîniyan çi dike, dewleta Tirk 8 salin 2 qatî zêdetir qirkirinê li hemberî Kurdan dike. Di 2 salên dawî de ev yek girantir kir. Ji ber vê yekê bi van polîtîkayên qirkirin û dagirkeriyê jî gelekî teşhîr bû.”

‘DIXWAZE POLÎTÎKAYÊN XWE BIDE REWAKIRIN’

Besê Hozat destnîşan kir ku Tiryiye niha hewl dide polîtîkayên xwe bide rewakirin ji bo vê yekê dixwaze Iraq, YNK, DYA, Îranê tevlî karê xwe bike, bi rengekî piştgiriya wan bigire û wiha dom kir: “Eger karibe hinekî tevlî kare xwe bike, wê karibe van polîtîkayên xwe yên qirker û dagirker hinekî rewa bike. Li gorî xwe wê hinekî pêşî li nerazîbûnan bigire. Têkildarî çekên kîmyewî û qedexekirî gelekî teşhîr bû, wê hinekî vî rûyê xwe nerim bike. Her wiha bi rastî jî êdî nikare bimeşîne. Niha kapasîteya çalakiyê ya gerîla ya di asta teknîk û taktîkê de hîn bêhtir zorê dide wan. Tevî ku her cûre teknîkê tevî PDK'ê bi kar tîne jî nikare encama dixwaze bi dest bixe. Lewma pêwîstiyê pê dibînin ku ev hêz jî tevlî bibin. Hem dixwaze ji bo van polîtîkayên xwe yên qirker mêtinger û dagirker rewa bike, veşêre.”

‘DIBE KU ÊRÎŞA LI RUSYAYÊ WAN DABE KIRIN’

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê bal kişand ku Tirkiye dixwaze bi piştgiriya van hêzan bi her awayî êriş bike û li gorî xwe hin encaman bi dest bixe û got: “Polîtîkaya dewleta Tirk teqez Mîsakî Mîlî ye. Bi pêkanîna vê dixwaze li ser Iraqê bandora xwe zêde bike, ji aliyê siyasî, aborî û leşkerî ve hegemonya xwe pêk bîne. Heman polîtîkayê li Sûriyeyê dimeşîne. Bi rêya çeteyan gefê li dewleta Sûriyeyê dike; li ber destê wan bi deh hezaran çete hene. Herêmên ku dagir kirine hene. Bi rêya van gefan dixwe. Bi vî rengî dixwaze hegemonya xwe li ser Sûriye, Iraqê ava bike. Li gorî agahiyên dawî yên gihîştin me, tiştên şênber jî hene. DAIŞ'iyên hatine girtin hene ku li xwe mikur hatine, DAIŞ bi rêxistin kiriye, dişîne Iraqê da ku li li dijî Iraqê çalakiyan bikin. Niha kifş bû. Dibe ku êrîşa li Rûsyayê jî wan kiribe. Me daxuyanî jî da, fikra me bi wî rengî ye. Bombekirina li Îranê jî bi heman rengî ye. Di destê AKP'ê, dewleta Tirk de gelek çete hene. Bi hezaran bi deh hezaran çete hene. Ji destpêkê ve bi DAIŞ'ê re di nava tifaqê de bû, yê ku DAIŞ ewqasî mezin kir dewleta Tirkiyeyê ye. Niha jî bi çeteyên DAIŞ'ê û yên din hewl dide Iraqê bîne ser xeta xwe, dijî Iraqê bikar tîne. Li dijî Îranê, Rûsyayê, Amerîka, Ewropayê bi kar tîne. Ji bo her kesî tevlî polîtîkaya xwe bike, ji bo piştgiriya her kesî ji polîtîkaya xwe ya qirkirina Kurdan werbigire van çeteyan li dijî her kesî bi kar tîne. Bûye mîna navend, biryargeha çeteyan. Xwedî dike, mezin dike, bi çek dike, perwerde dike, plansaziyê datîne pêşiya wan û li her derê çalakiyan dide kirin. Hewl dide dewletan tevlî polîtîkaya xwe ya qirkirinê bike. Hewl dide tawîzan werbigirin.

‘EM HÊVÎ DIKIN KU WÊ IRAQ NEKEVE VÊ XEFIKÊ’

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat bibîr xist ku Iraq di aliyê aborî, siyasî, civakî û aramiyê de pirsgirêkên cidî dijî, lewma Tirkiye jî dixwaze ji vê tengaviya Iraqê sûd werbigire, lê ew bawer nakin ku Iraq li gorî wê tevbigere û ev nirxandin kirin: “Tirkiye dixwazi bi rêya van zextan sûd bigire. Ev polîtîkaya dagirkerî, neo Osmanî bi kêrî Iraqê nayê ku her hal Iraq jî vê dibîne. Eşkere ye ku ev polîtîka gefê li hebûna Iraqê dike. Niha dibêje ku bi Iraqê re li hev kiriye. Ji ber vê rewşa tengavbûyî, bêguman em nizanin di kîjan mijaran de çawa li hev kirine, dibe ku di hin mijaran de li hev jî kiribin. Em hîn vê mijarê baş nizanin. Lê belê em ji vê yekê bawer dikin, polîtîkayên dagirkeriyê yên neo Osmanî yên Tirkiyeyê gefê li hebûna Iraqê dixwin. Bi ti awayî li berjewendiyên Iraqê nayên. Polîtîkayeke ku li berjewendiyên Iraqê nayê her hal Iraq piştgiriyê nade, divê piştgiriyê nede. Ji aliyê siyasî ve mantiqa vê yekê nîne. Ji aliyê dîrokî ve jî dema mirov binirxîne, rastiya dewleta Tirk li holê ye. Dewleteke dagirker, talanker e. Eger zemîna wê çêbike, deverên ku dagir kirine wê bixwaze desteser jî bike. Ji xwe plan ew e; dagir bike û piştre desteser bike. Lewma em hêvî dikin ku Iraq wê nekeve vê xefikê. Em di wê baweriyê de ne ku wê nekeve vê xefikê.