Rojnameyên erebî: Hebûna PDK’ê li ber metirsiyê ye

Rojnameyên erebî di weşanên xwe yên îro de cih da rewşa PDK, şerê li Xezayê û geşedanên li Sûdanê.

Rojnameyên erebî: Hebûna PDK’ê li ber metirsiyê ye
26 adar, 2024   11:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb têkildarî rewşa li Başûrê Kurdistanê nûçeyek bi sernavê “Zêdebûna dijberiyê li hember PDK`ê metirsiyê ji bo wê çêdike" weşand. 

Di nûçeyê de hate diyarkirin ku mayîna PDK’ê li ser desthilatê êdî mîsoger nîn e û sedemên vê yekê spartin van xalan: "Nakokiyên PDK’ê bi gelek aliyên li hundirê Başûrê Kurdistanê û gelemperiya Iraqê re, asta rexneyên li PDK’ê. Her wiha nakokiyên wê bi partiyên sereke yên serwer ên şîe yên li Iraqê re, dîsa nakokiyên wê bi YNK’ê re, hemleyên wê yên li dijî desthilata dozgerî ya Iraqê, nemaze yên ji ber biryarên wê yên ne li gorî berjewnediyên girêdayî hilbijartinên Başûrê Kurdistanê û pirsgirêka mûçeyên karmendên wê."

Di nûçeyê de hat diyarkirin ku Tevgera Nifşê Nû ya bi serokatiya bloka wê ya di parlamentoya Iraqê de Serwet Ebdulwahid rexneyên tund li siyasetên wê yên têkildarî dosyayên gendeliyê û nedana fonên karmendan kir.

‘ÎSRAÎL NAXWAZE MISIRÊ BI DEMA ÊRIŞA LI DIJÎ REFEHÊ AGAHDAR BIKE’

Rojnameya El Erebî El Cedîd ku agahiyên xwe spartin çavkaniyan ji Misirê aşkera kir ku Qahîre têkildarî dosyaya Xezayê bi Îsraîlê re li ser asta ewlehiyê di nava peywendiyan de ye. Hat bibîrxistin ku li ser mijarê destpêka vê hefteyê civînek hate lidarxistin û rewşa li ser sînorên di navbera Xeza û Sînayê de hate gotûbêjkirin.

Li gorî rojnameyê peywendî di çarçoveya komîteya leşkerî ya hevbeş de ya têkildarî koordîneya ewlehiyê çêbûye û behsa daxwazên Îsraîlê ji Misirê hate kirin ku çavdêriya li ser sînor zêde bike, ji bo ku rêveberên Hemasê nerevin an jî dîlgirtiyên li Xezayê neyên revandin.

Rojnameyê bal kişand ser plana Îsraîlê ku êrişî Refehê bike û aşkera kir ku Îsraîlê nexwestiya bi rayedarên li Qahîreyê re dema destpêkirina êrişê nîqaş bike. Di heman demê de rayedarên leşkerî yên Îsraîlê destnîşan kirine ku pêwîstiya avêtina mîna vê gave bi erêkirina Meclisa Şer a Îsraîlê heye. Rojnameyê diyar kir ku Qahîreyê daxwaz kiriye ku koordîneyeke giştî hebe beriya ku ev gav bê avêtin ruxmî ku bi temamî red dike û hewl dide rê li ber bigire ji ber ku encamên wê dê li ser herêmê xetere bin.

’JI BO RAWESTANDINA ŞERÊ LI SÛDANÊ HEWLDANÊN NÛ’

Rojnameya El Beyan da zanîn ku hemwextî gurbûna şer li paytexta Sûdanê Xertûmê û gelek deverên li rojavayê Sûdanê, şaneyda Mekanîzmeya Payebilind a Afrîkayê ya taybet ji bo Sûdanê û girêdayî Yekitiya Afrîkayê ye, dan û standinên nû bi fermandarê artêşa Sûdanê Ebdulfetah El Burhan re çêkirin.

Rojnameyê ku agahiyên xwe spartin çavkaniyan anî ziman ku şandeyê serdana Bûrtsûdanê kiriye, ji ber ku rêxistina afrîkî êdî di wê baweriyê de ye ku tenê bi agirbestê û destpêkirina dan û standinan, bicihanîna biryarên Lûtkeya Igad a yekemîn û duyemîn dê aloziya Sûdanê bi dawî bibe.

(şx)