Bernameye çalakiyên Roja Şano ya Cîhanê

Bi boneya 27’ê Adarê Roja Şano ya Cîhanê dê li 9 navendan çalakî werin lidarxistin.

Bernameye çalakiyên Roja Şano ya Cîhanê
26 adar, 2024   12:18
QAMIŞLO

Li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê her sal, bi boneya 27’ê Adarê Roja Şano ya Cîhanê û ji bo bîranîna Şehîd Yekta Herekol  ê ku 27’ê Adara 2004' an li dijî komploya li ser Rêber Abdullah Ocalan li Meydana Saadallah El Cabirî ya li Helebê agir bi canê xwe xist, çalakî tên lidarxistin.

Di vê çarçoveyê de Tevgera Mezopotamiya a Çand û Hunera Demokratîk (TEV-ÇAND) bernameya çalakiyên aşkera kir. Çalakî dê bi beşdariya 16 komên şanoyê li 9 navendan werin lidarxistin.

Bernameya çalakiyên Roja Şano ya Cîhanê wiha ye:

Kantona Cizîrê:

Li Navedna Çand û Hunerê ya Dîcle ya li bajarê Dêrikê dê şahyek û bîranîn werin lidarxistin û şanoyek were pêşandan.

Li Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a li Girkê Legê dê şahî û bîranîn werin lidarxistin û 2 şano werin pêşandan.

27 û 28’ê Adarê dê li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo 6 şano werin pêşkêşkirin, şahiyek û bîranîn werin lidarxistin.

Li Navenda Çandê ya Xabûr a li bajarê Hesekê  dê şahî û bîranîn werin lidarxistin û şanoyek were pêşandan.

Kantona Firatê:

Li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya li bajarê Kokbanê dê şanoyek were pêşandan, şahiyek û bîranîn werin lidarxistin.

Kantona Tebqa:

Li navenda Çandê ya li Tebqayê dê şanoyek were pêşandan, şahiyek û bîranîn werin lidarxistin.

Kantona Reqa:

Li Navenda Çandê ya li Reqayê dê şahî, bîranîn û şanoyek werin lidarxistin.

Kantona Efrîn û Şehba:

Li navenda Çiyayê Kurmênc a li navçeya Ehdasê dê şahî, bîranîn û şanoyek werin pêşkêşkirin.

Şehîd Yekta Herekol dê li ser gora xwe ya li taxa Şêxmeqsûd a Helebê were bîranîn û şanoyek were pêşandan.

(eg)

ANHA