‘Berxwedana zarokên me li hemberî dagirkeriyê dê bi serkeftinê tacîdar bibe’

Malbatên gerîlayan ên li kantona Cizîrê destnîşan kir ku ew li pişt berxwedana zarokên xwe ya li hemberî siyasetên dagirkeriya Tirk û xiyanetê ne û bawer in ku ev berxwedan dê bi serkeftinê tacîdar bibe.

‘Berxwedana zarokên me li hemberî dagirkeriyê dê bi serkeftinê tacîdar bibe’
‘Berxwedana zarokên me li hemberî dagirkeriyê dê bi serkeftinê tacîdar bibe’
‘Berxwedana zarokên me li hemberî dagirkeriyê dê bi serkeftinê tacîdar bibe’
‘Berxwedana zarokên me li hemberî dagirkeriyê dê bi serkeftinê tacîdar bibe’
‘Berxwedana zarokên me li hemberî dagirkeriyê dê bi serkeftinê tacîdar bibe’
3 gulan, 2024   03:05
Qamişlo
besna şemo

Dewleta Tirk a dagirker ji 16`ê Nîsanê ve bi piştgiriya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike. 

Şêniyên herêmê û malbatên gerîla li navçeya Çilaxa ev êriş û hevkariya PDK`ê şermezar kirin.

Bavê gerîla Şêrgul Rojava Nimet Seyfudîn berxwedana dîrokî ya Hêzên Parastina Gel (HPG) silav kir ku li çiyayên Kurdistanê ji bo parastina gelan û hebûna wan nîşan didin.

Her wiha Seyfudîn kiryarên PDK`ê û piştgiriya wê ya ji dewleta Tirk a dagirker re şermezar kir û got: "Bi saya berxwedana gerîla Hewlêr neket bin destê DAIŞ`ê. Divê PDK vê rastiyê ji bîr neke."

Seyfudîn destnîşan kir ku malbatên gerîla dê li hember têkbirina destkeftiyên şehîdan bê deng nemînin û divê her kes baş fêm bike ku tesfiyekirina gerîla tê wateya tesfiyekirina gelan.

Dayika gerîla Şêrgul Rojava Celîle Hadî jî destnîşan kir ku zarokên wan li çiyayên Kurdistanê mirovahiyê û axê diparêzin û ew ê tu carî êrişên li ser wan qebûl nekin û diyar kir ku amade ne di oxira azadiyê de fedakariyên din bikin.

Birayê gerîla Luqman Aras Ebdulkerîm Şenî jî got: "Divê PDK`ê ji van rêbaz û kiryaran dûr keve ku tenê xizmetê ji dewleta Tirk re dike. Dewleta Tirk bi hemû rêbazan hewl dide berxwedana kurdan li her derê têk bibe."

Şenî wiha domand: "Gerîla, rûmet û serfiraziya me ne. Hebûna me li ser axa me bi hebûna gerîla ve girêdayî ye. Ji ber ku tenê gerîla nirx û dîroka gelê Kurd û gelên din diparêze. Dijminê kurdistanê jî, vê rastiyê nas dikin, ji ber wê şerê wan dikin û hewl didin ku wan tune bikin ji bo ku rastiya gelan û gelê Kurd tune bikin."

Şenî soz da ku soz da ku têkoşîn û berxwedana li hember dagirkerî, xiyanetê û parastina axê û dîrokê berdewam bikin.

Birayê şervana Yekîneyên Jinên Azad-Star (YJA-Star) Nûdem Rojava, Yunis Hacî got: "Em bawerin ku berxwedana gerîla li hemberî dagirkerî û hevakarên wê, dê bi serkeftinê tacîdar be."

Hacî destnîşan kir ku divê aliyên piştgiriya dewleta Tirk a dagirker di êrişa wê li dijî gerîla de dikin, fêm bikin ku gerîla ne bi tenê ye gel li pişta wan e û dê li hember dijminan li ber xwe bidin ku di kesayeta gerîla de hewl didin gelan qir bikin.

(şx)

ANHA