Birîndarên êrişa li dijî bendavê: Biryardariya me ya berxwedanê naşikê

Birîndarên bombebarana dewleta Tirk a dagirker a li ser Bendava Tirşînê diyar kir ku sûcên dewleta Tirk biryardariya wan a berxwedanê û parastina welat naşikînin.

Birîndarên êrişa li dijî bendavê: Biryardariya me ya berxwedanê naşikê
7 sibat, 2025   15:52
BENDAVA TIŞRÎN
RÎNAD ELÎ

Dewleta Tirk a dagirker duh bi balafireke bêmirov a biçek nobedarên parastina Bendava Tişrînê bombebaran kirin. Di encama bombebaranê de hejmareke nobedar birîndar bûn.

Ji birîndaran Mihemed Cuma ê ji Girê Spî got: “Em bi îradeyeke azad û xurt li ber xwe didin. Sûc û êrişên dewleta Tirk a dagirker îradeya me naşikînin. Çi qasî êriş bikin jî hêz û biryardariya me ya parastina erd û bendava me zêdetir dibe."

Birîndara bi navê Heyfa Reşo Hesen a ji bajarê Kobanê diyar kir ku hebûna wan a li bendavê ji bo şermezarkirina sûcên Erdogan ên li dijî gelê herêmê ye. Heyfayê destnîşan kir ku dê heya serketinê û têkbirina êrişan berxwedana li bendavê bidomînin.

Mistefa Mihemed jî di êrişên de birîndar bûye. Mihemed got: "Em aştiyê dixwazin. Em naxwazin şerê tu kesî bikin, lê dewleta Tirk a dagirker û faşîst û çeteyên wê êrişî me dikin û sivîlên li bendavê dikin armanc. Em ê carek, du car, sê carê werin bendavê heya ku serketinê pêk bînin."

Birîndarê bi navê Umer Xelîfe Emar ê ji Kobanê jî bi bîr xist ku dema gihaştin bendavê dewleta Tirk a dagirker bi balafireke bêmirov rasterast li wan da. Emar got: "Em li bendava xwe bimînin, em ê bi îradeyek ji pola berxwedanê bidomînin û piştgiriyê hêzên xwe yên li çeperên şer bikin."

(bb)

ANHA