Heniye diçe Tehranê

Medyayên îranî ragihand ku serokê polîtburoya Hemasê îro diçe Tehranê.

Heniye diçe Tehranê
26 adar, 2024   12:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Medyayên îranê ragihand ku serokê polîtburoya Hemasê Îsmaîl Heniyê îro diçe Tehranê û dê bi rayedarên Îranê re hevdîtinê bike.

Ji destpêka şerê Îsraîl û Hemasê ve ku di 7’ê Cotmeha 2023’yan de dest pê kir, serdana Heniyê ya ji bo Tehranê ya duyemîn e.

Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî duh pêşnumeya rawestandina şerê Hemas û Îsraîlê êrê kiribû.

Li aliyekî din, li gorî agahiyên ku şahidan dane AFP’ê, berbanga îro, li deverên nêzî Refeh a li ser sînorê Misirê êrişên hewayî hatin kirin.  Şahidan diyar kir ku li taxa Rîmal û kamapa Şati, Til El Hewa yên bajarê Xezayê û naverasta bajar Xan Yûnis û rojavayê wê şerekî dijwar derket.

(bb)

ANHA