Dayikên Aştiyê bi boneya 25’ê Mijdarê daxuyaniyek da

Dayikên Aştiyê yên kantona Efrîn û Şehba bi boneya 25'ê Mijdarê daxuyaniyek da û diyar kir ku bi ramanên Rêber Abdullah Ocalan jin azad dibin.

Dayikên Aştiyê bi boneya 25’ê Mijdarê daxuyaniyek da
23 mijdar, 2023   12:37
ŞEHBA

Dayikên Aştiyê yên kantona Efrîn û Şehba li navçeya Ehdasê ya kantona Şehbayê bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan daxuyaniyek da. Daxuyanî ji hêla Zekiye Yusef û Dîcle Mamo ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de tundiya li ser jinan hat şermezarkirin û hate gotin: "Em di şexsê xwişkên Mîrabal, Sakîna Cansiz, Çîçek, Hevrîn Xelef, Reyhan û Jiyan Tolhildan û hemû jinên pêşeng de, bejna xwe li ber şehîdan ditewînin.”

Di daxuyaniyê de hate gotin sîstema serdestiya mêran di nava krîzeke giran de ye û hate diyarkirin ku mirina jinan tê wateya mirina jiyanê, mirina civak, exlaq, çand, xweza, evîn û edaletê.

Di dawiya daxuyaniyê de îşaret bi ramanên Rêber Abdullah Ocalan hate kirin û bi domdarî hate gotin: “Rêber Apo girîngiyeke herî mezin da azadiya jinan û di vî warî de dibêje; bêyî azadiya jinan civak azad nabe û heta jin azad nebin Kurdistan azad nabe."

(zş)

ANHA