Berhemên çandiniyê yên Sûriyeyê nagihêjin bazarên Kendavê

Berhemên çandiniyê yên Sûriyeyê nagihêjin bazarên Kendavê û ev yek dibe sedem ku lêçûna veguhastinê zêde bibe û bi neyînî bandorê li aboriya Sûriyeyê û tevgera bazirganiya derve bike.

Berhemên çandiniyê yên Sûriyeyê nagihêjin bazarên Kendavê
1 tîrmeh, 2026   05:35
ŞAM

Hinardekirina berhemên çandiniyê yên Sûriyeyê li deriyê Nesîb-Cabir ê li ser sînorê Urdunê hîna bi pirsgirêk e. 

Li gorî çavkaniyên taybet ên ajansa me, kamyonên Sûriyeyê yên sebze û fêkî tê de ne, li deriyê Nesîb-Cabir derbasî dewletên Kendavê nabin. Barê kamyonan li derî dadixin û dixin kamyonên dewletên Kendavê. Di vê rewşê de kamyonên Sûriyeyê nagihêjin bazarên Kendavê.

Çavkaniyan got destûr nîn e ku ajokarên Sûriyeyê derbasî Erebistana Siûdî bibin, her wiha kamyonên Sûriyeyê nikarin di Siûdiyê re derbasî dewletên Kendavê bibin. Ji ber vê yekê hinerdekirina berhemên çandiniyê yên Sûriyeyê nagihêje welatên Kendavê.

Ajokarên ji Sûriyeyê meha Sibatê (2026) li hemberî vê yekê derketin xwepêşandanê û got çima ajokarên Ereb derbasî Sûriyeyê dibin û em nikarin derbasî welatên Konseya Hevkariyê ya Kendavê bibin. Ajokaran di heman xwepêşandanan de xwest li deriyê Nesîb-Cabir sîstema pevguhertinê çêbe. Li ser vê yekê Desteya Giştî ya Dergeh û Gumrikê di heman mehê de Biryarnameya 31’an derxist. Ev biryarname veguhastina kamyonan bi rêxistin dike.

Li gorî kesên agahdar, piştî ev sîstem pêk anîn êdî kamyon gelekî disekinin, heyanî barê wan diguherin û ev yek bûye sedema veguhastin biha bibe. Her wiha anîn ziman ku barê kamyonan jî heyanî ji kamyonan dixin kamyonên dîtir, ziyanê dibîne.

Pisporê aborî Îmad Mihemed ji ajansa me re axivî û got ji ber kamyonên Sûriyeyê derbasî welatên Kendavê nabin, Sûriye di aliyê aborî de gelekî ziyanê dibîne. Sîstema barê kamyonên Sûriyeyê daxistin û xistina kamyonên dîtir, dibe sedema qada veguhastinê ya Sûriyeyê ziyanê bibîne û biha bibe.

Mihemed anî ziman ku ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê dan û standin bi Siûdiyê re lewaz e. Dikarin dosyaya çûyîn û hatina ajokarên Sûriyeyê ya Siûdiyê çareser bikin,ku mesele siyasî û dîplomatîk e.

Her wiha Mihemed diyar kir ku di rewşên asayî de rojane 70-100 beradên sebze û fêkiyan ji Sûriyeyê di deriyê Nesîb-Cabir re derbasî welatên Kendavê dibin. Heke rewş wisa bidome Sûriye dê aliyê aborî de gelekî ziyanê bibîne. Heke destûr bidin kamyonên Sûriyeyê derbasî welatên Kendavê bibin dê heqê kamyonan ne biha be, berhemên çandiniyê yên Sûriyeyê bigihêjin bazarên welatên Kendavê û bi sedan kamyonên Sûriyeyê bixebitin.

Ajokarê di veguhastina navneteweyî de dixebite Xelîl Ednan jî got ji aliyên têkildar re pêşniyar kiriye ku destûr bidin kamyonên biyanî bikevin Sûriyeyê û tezmînata darayî bidin kamyonên Sûriyeyê lê kesekî bi fermî bersiv nedaye pêşniyara wî.

Desteya Giştî ya Gumrikê da zanîn ku wan ji bo veguhastina bejahî ya Sûriyeyê çalak bikin û kar ji ajokarên Sûriyeyê re peyda bikin, Biyarnameya 31’an derxistiye. Cîgirê serokê Desteya Giştî ya Dergeh û Gumrikê Xalid El Berad li deriyê Nesîb bi ajokaran re civiya. El Berad di civînê de anî ziman ku hikumet niha dixebite ku mekanîzmayên veguhastinê bi pêş bixe. Her wiha diyar kir ku di çarçoveya lihevkirina bi Urdunê re kamyonên Sûriyeyê dikarin derbasî xaka Urdunê bibin û biçin heyanî Bendera El Eqaba. Lê heyanî niha kamyonên Sûriyeyê nikarin di Siûdiyê re derbasî welatên Kendavê bibin.

Hikumeta demkî ya Sûriyeyê û rayedarên Siûdiyê têkildarî vê yekê tu daxuyanî nedan û pirsgirêk çareser nekiriye.

(np)

ANHA