Suryan daxwaza naskirina ziman û nasnameya xwe dikin 

Welatiyên ji pêkhateya Suryanî daxwaz kir ku ziman û nasnameya wan di destûra Sûriyeyê de bê naskirin, divê ziman û nasnameya Suryanan di materyalên xwendinê de bê danîn û çanda wan bê parastin.

Suryan daxwaza naskirina ziman û nasnameya xwe dikin 
1 tîrmeh, 2026   04:05
HESEKÊ
BILIND HECÎ

Bangên pêkhateyên li Sûriyeyê ji bo misogerkirina mafên wan ên çandî di destûrê de, dewam dikin. Pêkhate daxwaz dikin ku destûr li ser esasê pirrengiya neteweyî û olî ya civaka li Sûriyeyê were sazkirin. Suryan jî ji bo ku ziman û mafên wan ên çandî bên naskirin, çalakî li dar xistin.

Der barê mijarê de welatiyê bi navê Îbrahîm Edmo diyar kir ku ji ber ku zimanê wan ê suryanî beşeke resen a mîrateya şaristanî û mirovhiyê ye, ew dixwazin zimanê suryanî wek zimanekî fermî di destûrê de bê naskirin û got: “Zimanê suryanî şarestanî diyarî cîhanê kir, ew kevintirîn zimane di dîrokê de. Em hêvî dikin ku bi awayeke fermî bê naskirin û ji bo pêşxistin û parastina wê rê bê dayîn.”

Edmo da zanîn ku divê di dibistanan de materyalên bi zimanê Suryanî werin dayîn, ji bo ku nifşên nû bi awayeke akademîk û fermî fêr bibin, derfet were dayîn.

Edmo destnîşan kir ku ew piştgiriyê didin hemû pêkhateyên ku daxwaza naskirina ziman, nasname, çand û netewa xwe dikin, rêzdariya li hember pirrengiyê xaleke sereke ye ji bo avakirina dewleteke demokratîk.

Welatiyê bi navê Qestetîn Şabo jî diyar kir ku ji ber zimanê suryanî zimanekî dîrokî ye, wan ji hikumeta demkî xwestiye zimanê suryanî nas bike, divê materyalên taybet bi zimanê suryanî werin amadekirin, li dezgehên perwerdeyê werin dayîn û bawernameyên fermî ji bo xwendekaran werin pêşkêşkirin.

Şabo da zanîn ku parastina zimanê suryanî beşeke parastina mîratiya şarestanî û çanda gelê Suryan e, girîng e ku nifşên nû jî bi zimanê xwe bên perwerdekirin.

Şabo bang li aliyên peywendîdar kir ku bi awayekî erênî li beramberî daxwazên wan rawestin, taybetmendiyên çandî û kevneşopî yên Suryanan li ber çavan bên girtin. Şabo destnîşan kir ku naskirina pirrengiya zimanî û çandî, wê hevkariya di navbera hemû pêkhateyên li Sûriyeyê de bi pêş bixe.

(sb)

ANHA