Li Hesekê tevgera li bazaran kêm bûye

Bilindbûna dolar û daketina nirxê lîrayê Sûriyeyê gelekî bandor li rewşa bazarê dike. Şêniyên Hesekê dixwazin buhayên kel û pelan werin kontrolkirin û tevgera bazirganiyê çalak bibe.

Li Hesekê tevgera li bazaran kêm bûye
Li Hesekê tevgera li bazaran kêm bûye
Li Hesekê tevgera li bazaran kêm bûye
Li Hesekê tevgera li bazaran kêm bûye
Li Hesekê tevgera li bazaran kêm bûye
1 tîrmeh, 2026   02:45
HESEKÊ

Tevgera li bazara Hesekê di kirîn û firotinê de gelekî kêm bûye. Piştî ku madeyên sotemeniyê biha bûne û dolar jî ne diyar e kengî rabe yan dakeve, bandoreke neyînî li ser tevgera bazarê kiriye. Welatî û xwediyên dikanan anî ziman ku niha tenê pêdiviyên xwe yên sereke digirin û wekî dîtir pereyên wan têrê nake tiştên dîtir bikirin. 

Welatiyê bi navê Hemed Egla El Mihemed ê ji bajarê Hesekê got: "Nirxê lîreya sûrî li beramberî dolarê amerîkî gelekî daketiye û madeyên sotemeniyê biha bûne. Rewşa me ya aborî nikare vê yekê rabike. Ez bang li aliyên têkildar dikim bila buhayê kel û pelan têxin bin kontrolê de û buhayê madeyên sotemeniyê daxin."

Dikandar Mihemed Rislan ê ji Hesekê ji bo rewşa bazara Hesekê wiha axivî: "Tevgera kirîn û firotinê li bazara Hesekê kêm bûye. Heke demsala çinînê bi dawî bibe û buhayê madeyên sotemeniyê dakevê, dibe ku rewşa bazarê baştir bibe û tevger çêbe.”

Ji bo tevgera bazarê çalak bibe Rislan wiha got: "Heke pirsgirêka bêkariyê çareser bibe, gumrik kêm bibe û buhayê kel û pelan têkeve bin kontrolê de dê tevgera li bazarê çalak bibe."

Welatiyê bi navê Omer El Genas nêrîna xwe li ser rewşa bazara Hesekê anî ziman û got: "Îsal, ji ber gumrik zêde bûye û madeyên sotemeniyê biha bûne tevgera bazarê kêm bûye. Vê yekê bandor li ser çandinî û rewşa aborî ya herêmê kir. Êdî kel û pel biha bûne. Ji bo tevgera li bazarê çalak bibe divê pirsgirêka bêkariyê were çareserkirin û saziyên şopandinê karê xwe bikin û bazarê kontrol bikin."

(np)

ANHA