Bazarên dîrokî yên Sûriyeyê di xetereyê de ne

Wezareta Weqfên Olî ya hikumeta demkî ji Weqfa Diyanetê ya Tirkiyeyê qeydên weqfên Osmanî yên Şam, Heleb û Hemayê xwestin. Bazirgan û xwediyên dikanan ditirsin ku milkên wan ji destê wan bigirin.

Bazarên dîrokî yên Sûriyeyê di xetereyê de ne
16 nîsan, 2026   06:45
ŞAM

Axaftina rayedarekî Wezareta Weqfên Olî ya hikumeta demkî ya Sûriyeyê bû rojeva bazirgan û xwediyên dikanan û hate rexnekirin. Rayedar gotibû Wezareta Weqfên Olî ya hikumeta demkî ji serokê Weqfa Diyanetê ya Tirkiyeyê qeydên weqfên Osmaniyan ên Şamê, Heleb û Hemayê xwestine. Çavdêran ev yek nirxand û dipirsin çima Wezareta Weqfên Olî ya hikumetê qeydên weqfên Osmanî dixwazê? 

Li gorî agahiyên li ser çapemeniya herêmî ya Sûriyeyê belav bûn, wezaretê gotiye wan qeyd xwestine, ji bo mafên weqfeyê tesbît bikin û qeydan ji nû ve bi rêxistin bikin.

Wezareta Weqfê diyar kir ku li Şamê bi hezaran milk li ser navê wan hatine qeydkirin. Mînak nîvê bazara El Himêdiyê û bazarên kevn ên Şamê wekî Midhet Paşa, Bizoriyê, Menaxliyê, Bab Serîce,Heleb, Hema, Himis û Laziqiyê bi navê wan hatine qeydkirin.

Çavkaniyekî nêzî wezaretê ji ajansa me re got wezareta hikumetê dixwaze bi rêya qeydên weqfên Osmaniyan destê xwe deyne ser van milkan. Ev yek bûye sedem ku bazirgan û xwediyên dikanan bitirsin ku weqfe destê xwe deynê ser mikên wan.

‘REWŞA ABORÎ LI BAZARÊN KEVN WERE GUHERTIN’

Çalakvan, pispor, bazirgan û xwediyên dikanan anîn ziman ku xwediyên dikanan neçarin an kirê bidin an jî dikanan vala bikin. Dibe ku ev dikan û mik ji berê de kirîbin an jî ev bûye bi salan li ser navê wan hatiye qeyd kirin.

Rexnegir diyar kirin ku ev gav dê bibe sedema li bazarên dîrokî û bi taybet bazarên Şamê, gelek guhertinên aborî çêbibin. Êdî dikandarên ku bi salan ew xwediyê dikanên xwe ne, dê neçar bimînin ku kirya dikanan bidin, Wezareta Weqfê.

‘ARŞÎV LI SÛRIYEYÊ HEYE, ÇIMA QEYDÊN OSMANÎ DIXWAZIN?’

Pisporekî ji Navenda Belgekirina Dîrokî ya girêdayî Rêveberiya Giştî ya Şûnwar û Muzexaneyan a Şamê ku nexwest navê wî were naskirin, ji ajansa me re axivî û got: "Navenda me sala 1959`an hatiye vekirin. Navenda me ji gelek beşan pêk tê. Yek ji beşan jî beşê Osmanî ye. Di beşê Osmanî de belgeyên herî kevnar ên Sûriyeyê hene. Çavkaniyên dîroka civakî û aborî yên Sûriyeyê ne. Li Navendê qeydên dadgeha zagonsaz ku 2900 qeydên Şamê, Heleb, Hema, Himis û Laziqiyê ne, hene. Berê Navenda me ji aliyê kesên ne diyar ve, hat şewtandin, hem jî dizîn û talan kirin. Sûriyeyê dewleteke bê arşîve. Sala 2006`an komîteyek hat avakirin ji bo qanûnên arşîvê amade bikin. Ev dosya gelekî girînge lê belê heyanî niha jî komîteya amadekirina qanûnên arşîvê ji aliyê Meclisa Gel ve nehatiye erekirin.”

Heman pisporî got: “Qeydên erd û mik li Dezgeha qeydkirina milkan e, qeyda nifûs, bav û kalan û malbatê jî yên ji dema Osmaniyan `sedsala 19`emîn` li navenda Nifûsan e. Piştî ku Wezareta Weqfan destûr da ku Weqfa Diyanetê ya Tirkiyeyê semîner û dewreyên perwerde ji hinek kesên nêzî hikumetê û karkerên di dosya erdan ên girêdayî hikumetê ne, birêxistin kirin, êdî ev mijara li qeydên weqfên Osmanî vegerin, xistin rojevê de. Ji ber vê yekê dibe ku derî li ber sextekariyeke mezin were vekirin. Ji ber vê yekê divê qeydên dîrokî werin parastin. Eger belgeyên kevn têkevin destê Wezareta Weqfan dibe ku bişewtînin û ji holê rabikin."

HELWESTA BAZIRGANÊN EL HIMÊDIYÊ

Yek ji bazirganên herî kevn ên bazara El Himêdiyê ya Şamê Ebo Omer got ku: "Bavê min dikan kirîbû û mikê me ye, bi navê min hatiye qeydkirin. Ez di hemû şert û mercan de ji dikana xwe dernakevim. Axaftinên li ser bazarên kevn têne kirin teşeyekî nû yê dagirkirinê ye û ev yek ji bo berjewendiyên Tirkiyê tê kirin û dixwazin Osmanî dîsa vegerin Sûriyeyê. Bazirganên Şamê xwediyê nav û dengekî dîrokî ne. Wezareta Weqfê bi nezanî ev rojev vekir. Gelek dikanên bi navê Weqfê hene lê belê nadin xebtandin. Em ji Wezaretê dixwazin bi edalet vê pirsgirêkê çareser bike û bi me re destbi şer nekin. Li Şamê 55 bazarên kevn hene û Osmaniyên nû dixwazin Şamê dagir bikin.”

‘DÊ PIRSGIRÊKÊN QANÛNÎ Û ABORÎ DERKEVIN’

Hesan El Ebid jî got ku: "Eger qeydên mal û mikên Sûriyeyê li dezgehên qeydkirinê û navendên belgekirinê hene çima dê li belgeyên qeydkirina Osmanî vegerin? Eger dosya belgeyên qeydkirina Osmanî vebikin dê gelek pirsgirêkên qanûnî û aborî derbikevin. Bi taybet bazarên kevn û dîrokî ev bûye bi salan ku mikê xwediyên xwe ne û nabe ku ji destê wan derbixin."

Li gorî çavdêran ji ber qanûnê arşîvê yên fermî nînin, gelek metirsî hene ku bi belgeyan bileyîzin. Rexneger jî dibêjin eger Wezareta Weqfê vegerê qeydên Osmanî ev yek dê bibe sedema ku Tirkiyê destwerdana Sûriyeyê bike.

Sûriyê sala 1516`an di şerê Merc Dabiq de heyanî sala 1918`an ji aliyê Osmaniyan ve hate dagirkirin.

(np)

ANHA