‘Dewleta Tirk cidî nêzî pêvajoyê nabe’

Parêzer Xalid Omer got Tirkiye cidî nêzî Pêvajoya Aştiyê nabe û biryarên dadgehên Ewropayê yên mafên mirovan ên girêdayî Rêber Abdullah Ocalan pêk nayne.

‘Dewleta Tirk cidî nêzî pêvajoyê nabe’
16 nîsan, 2026   02:35
QAMIŞLO

Parêzer Xalid Omer nêzîkatiyên dewleta Tirk ên ji Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji ajansa me re nirxand û wiha got: “Dewleta Tirk cidî nêzî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk nabe. Tevgera Azadiya Kurdistanê di çarçoveya pêvajoyê de gelek gav avêtin. Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) xwe fesih kir û ji sînorê dewleta Tirk kişandin. Lê dewleta Tirk hîna zextê li ser Rêber Apo, Tevgera Azadiya Kurdistanê dike û gelê Kurd, dike.”

Xalid Omer di nava nirxandinên xwe de anî ziman ku dewleta Tirk li bendê ye ku dê rewşa gelê Kurd li Sûriyeyê çawa bibe û wiha got: “Dewleta Tirk rewşa gelê Kurd li Sûriyeyê dişopînê û li bendê ye dê çi li wan were. Li herêma Rojhilata Navîn jî şer û krîz hene. Ev hemû bandorê li ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dikin. Tirkiye polîtîkaya ‘gavekê pêşde û yekê paşde’ dide meşandin. Mîna ku ew dixwaze ev pêvajo biserbikeve û di heman demê de naxwazê ku biserbikevê. Tirkiyê bi van nêzîkatiyên xwe dixwaze ku hîn zêdetir hinek tiştan qezenc bike û zextê li ser Tevgera Azadiya Kurdistan û gelê Kurd bike.”

Ji bo dayîna mafê hêviyê Omer got: “Konseya Ewropayê heyanî meha Hezîranê muhlet daye Tirkiyeyê ji bo mafê hêviyê bidin Rêber Apo û heyanî niha dewleta Tirk tu gav neavêtine. Parêzerên Rêbertî daxwaza mafê hêviyê bidin Rêbertî pêşkêşî Konseya Ewropa kirin. Eger dewleta Tirk li gorî madeya 3`yemîn mafê hêviyê nede Rêbertî û fîzîkî azad nebe, ev tê wateya ku Tirkiye qanûnên navneteweyî û mafên mirovan binpê dike."

Ji bo Pêvajoya Aştiyê û Civaka Demokratîk bidome Omer got: “Dewleta Tirk divê aliyê qanûnî de zû gav bavêjê. Rêber Apo fîzîkî azad bibe û bikarbe danûstandinên xwe bi hemû aliyan re bike. Her wiha divê di destûrê Tirkiyê de guhertin çêbibe û hinek qanûnên ku neyînî bandore li ser mafên gelê Kurd dike, ji nûve sererast bike. Ev berpirsyarî ji parlemanê Tirkiyê tê xwestin. Divê parlemanê Tirkiyê amadekariyên xwe bike da ku li parleman van proje di dengdanê re derbas bike. Eger ev guhertin çêbibin, garantiya azadiya fîzîkî ya Rêbertî bidin, wê demê em dikarin bibêjin ku Tirkiyê cidî nêzî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dibe. Lê belê eger Rêbertî fîzîkî azad nebûye, ev tê wateya Tirkiyê cidî nêzî pêvajoyê nabe. Eger pêvajo bisernekevê dê dîsa şer destpê bike. Eger şer destpê bike, tu kes fêde jê nagirê. Dewleta Tirk bi xwe jî got zêdetirî 40 salî şer çêbû û gelek bedel hatin dayîn. Eger pêvajoya Aştiyê bisekinê gelê Kurd jî sûd ji tiştekî wernagirê.”

Parêzer Xalid Omer wiha dawî li gotinên xwe anî: “Divê dewleta Tirk pirsgirêkê siyasî û hiqûqî çareser bike û mafê hemû pêkhateyan û bi taybet gelê Kurd bide.”

(np)

ANHA