Parêzer: Li Sûriyeyê ewlehî nîn e

Parêzer Macid Wehbî destnîşan kir ku hîna li Sûriyeyê mirov têne revandin, kuştin û malên wan têne wêrankirin û ev yek dibe sedem ku aşît çênebe.

Parêzer: Li Sûriyeyê ewlehî nîn e
16 nîsan, 2026   04:55
SWÊDA

Çalakvan û parêzer Macid Wehbî li ser rewşa Sûriyeyê ji ajansa me re axivî. 

Macid Wehbî di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser bûyerên ku li Sûriyeyê diqewimin û wiha got: “Li Sûriyeyê bûyerên revandin û kuştinê li hemû herêman diqewimin. Dewlet jî li ser rewşa ewlehiyê ne serwer e. Ev yek bandorê li gelê Sûriyeyê dike û ditirse ku tiştek bi serê wan de were û ne rehet in.”

Wehbî diyar kir ku bûyerên kuştin, revandin û destdirêjiyê li Sûriyeyê didomin û wiha got: “Eger ev bûyer li Sûriyeyê didomin tê wateya ku pirsgirêkên ewlehiyê hene û hesab ji kesekî nayê xwestin. Sivîl li ser jiyana xwe ditirsin. Nikarin xwarina xwe peyda bikin û ewlehiya wan di xetereyê de ye. Diyardeya çek rakirin û kuştin li Sûriyeyê belav bûye. Ji xwe dema destdirêjî li gel tê kirin, aliyên têkildar hesab ji kesî naxwazin û gel jî berê xwe nade dewletê ku parastina wan bike, an jî hesab ji kesî bixwazin. Ji ber ku saziyên hiqûqê û ewlehiyê lawaz in, gel mafên xwe naxwaze an jî ji kesî re gazincan nake. Ji ber vê yekê şûna biçe gel saziyên hikumetê yên ewlehiyê, berê xwe didin malbat û êlan da ku wan biparêzin.”

Parêzer Macid Wehbî wiha dawî li gotinên xwe anî: “Divê saziyên ewlehiyê werin çala kirin û qanûn pêk bînin. Eger edalet nebe û hesab bi riya saziyên ewlehiyê neyê xwestin dê gel mafên xwe bi destê xwe bibin. Ev yek jî li ser aştiya navxweyî xetereyê çêdike. Divê qanûn bi edalet pêk bînin. Aramî û jiyana hevbeş a hemû pêkhateyan biparêzin."

(np)

ANHA