Baxçeyekî zarokan li Reqayê hate vekirin

Li Reqayê bi sponseriya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk baxçeyekî zarokan hate vekirin.

Baxçeyekî zarokan li Reqayê hate vekirin
Baxçeyekî zarokan li Reqayê hate vekirin
Baxçeyekî zarokan li Reqayê hate vekirin
Baxçeyekî zarokan li Reqayê hate vekirin
Baxçeyekî zarokan li Reqayê hate vekirin
Baxçeyekî zarokan li Reqayê hate vekirin
27 ÇILE, 2024   13:48
REQA

Komîteya Jinan a Meclisa Sivîl a Reqayê ji bo bîranîna sekretera giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê ya berê şehîd Hevrîn Xelef, baxçeyekî zarokan bi navê "Şehîda Yasmîn" vekir.

Di merasîma vekirinê de endamên meclisê, Meclisa Malbatên Şehîdan, Komîteya Rêveberiya Xwecih û Şaredariyan û Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hazir bûn.

Baxçeyê zarokan ji bo zarokên karmendên jin ên saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hatiye vekirin ku temenê wan di navbera 3 û 6 saliyê de ye. Di baxçeyî de dê 12 mamoste bixebitin û baxçe têra 100 zarokan dike.

Beriya vekirina baxçeyî seroka Komîteya Jinan a Meclisa Rêveber a Kantona Reqayê Emel El Casim axivî û got: "Ev baxçe ji bo zarokan e ku kulîlkên siberojê ne."

Baxçeyê zarokan ji aliyê dayika şehîd Mihemed Henkûş ve hate vekirin.

(şx)

ANHA